Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin 2022-06-23 13:37:07   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenteran giliyê Nedîm Şener ê HDP hedef nîşandayî kirin.    Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenteran serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û giliyê Nedîm Şener ê HDP hedef nîşandayî kirin. Di daxuyaniya HDP’ê kir de hate diyar kirin ku Şener di bernameyeke televizyona Haber Globalê de heqaret li parlamenterên partiyê û bi milyonan hilbijêran kiriye.    HDP’ê di daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku gumanbar sûcên “Sorkirina gel an jî biçûkxistina gel, neyartî û cihekarî, astengkirina bikaranîna mafên siyasî û gef xwarinê” kiriye.    ‘NEYARTÎ Û CIHEKARIYÊ DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE’   HDP’ê di serlêdana xwe de jî wiha got: “Gotinên gumanbar ên di qenala televizyoneke neteweyî de hatine kirin, weke parlamenteran, beşeke civakê ya mezin, kesên dengê xwe didin HDP’ê û yên difikirin dengê xew bidin HDP’ê aciz kirine.” HDP’ê diyar kir ku gotinên Şener nikare di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de were nirxandin. HDP’ê da zanîn ku gotinên hatine kirin gelek sûcên weke neyartî û cihekariyê, biçûkxistinê, gef, heqaret û hwd. di nava xwe de dihewîne.