Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin 2022-06-23 16:27:39   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz kom bûye de axivî û wiha got: “Hûn ketine rewşeke wisa ku nikarin li gorî Makeqanûna 12’ê Îlonê jî tevbigerin.”   Hevdîtinên di Komîsyona Têkel de ku ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz civiyaye didomin.    Di komîsyonê de Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç mafê axaftinê girt.    Olûç, da zanîn ku komîsyona ji bo rakirina parêzbendiyê beriya niha hatiye ba hev û wiha got: “Di demên berê de jî Makeqanûn hate binpêkirin û parêzbendiya parlamenteran bi awayekî giştî hate rakirin. Ev yek hem di Makeqanûnê de, hem di saziyên navneteweyî û herî dawî jî di DMME’yê de hat tespîtkirin ku binpêkirine. Ji ber ku ev parêzbendî bi awayî dijî Makeqanûnê hatin rakirin, parlamenterên me bedelên giran dan û hêj jî didin. Hêj niha jî hinek parlamenterên me di girtîgehan de dîl tên girtin.    ÎTÎBARA PARLAMENTERAN NAYÊ PARASTIN   Em li Tirkiyeyê pirsgirêkeke giran dijîn. Mijara parastina îtîbara parlamenter û Meclisê... Bi rastî jî hûn bawerin ku di serî de Serokê Meclisê û Meclisê bi xwe ji bo parastina îtîbara parlamener û meclisê tiştek kiriye? Bawerim kesek di vê mijarê de pişrast nîne. Ji ber ku îtîbara parlamenteran nayê parastin, îtîbara Meclisê jî nayê parastin. Heke di vê mijarê de nîqaşek bê kirin, wê demê dê were dîtin bê ka îtîbara parlamenter û parlamentoyê çiqas kêm e. Di lêkolînên cemaweriyê de bawerî bi parlamentoyê nayê. Meclis bi xwe vê îtîbarê naparêze. Di serî de Serokê Meclisê vê yekê nake. Hem di hevdîtinên ser telefonê û hem jî di yên rû bi rû de me gelek caran ev daxwaz jê kir. Lê belê gavên encamgir neavêtin.    WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR LI DIJÎ HIQÛQÊ TÊDIKOŞE    Ya duyemîn; di fezlekeyan de tê gotin ku ‘nehiştiye hêzên ewlekariyê karê xwe bikin.’ Baş e lê peywira hêzên ewlekariyê çi ye? Divê li gorî Makeqanûnê jiyana asayî biparêzin, pêşî li ber bêhiqûqiyan bigirin û heq û hiqûqê biparêzin. Dema em li çalakiyan dinihêrin, gelo bi rastî jî hêzên ewlekariyê bi vî awayî tevdigerin? Ne tenê ji bo HDP’ê lê ji bo hemû partiyên li Meclisê dibêjim. Di dîrok û cihên cuda de ew jî rastî van binpêkirinên hêzên ewlekariyê hatine. Hêzên ewlekariyê karê xwe nakin. Karê wan ne ew e ku mafên welatiyan asteng bikin. Tişta ku divê nekin, wê dikin. Berpirsyarê hêzên ewlekariyê yê ku fermanê dide wan li dijî saziyên demokrasiyê û hiqûqê têdikoşe. Xebatên xwe ji bo astengkirina demokrasî, hiqûq û makeqanûnê dike. Ev kes, wezîrê karên hundir e. Hinek pênaseyên cuda bo wî tên kirin. Ji wezîrê sûcan heta hemû pênaseyên din, tevek jî li wî tên. Dema wezîr wiha dike, hêzên ewlekariyê jî peywira xwe pêk nayînin. Pirsgirêka esasî ev e.    WALÎ MÎNA KARMENDÊN BICIHANÎNÊ DIXEBITE   Xala 34’emîn a Makeqanûnê mafê civîn û xwepêşandanê sererast dike. Ez ê li ser Wanê mînakekî bidim. Ji sala 2016’an heta niha li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan heye. Her 15 rojan carekî ev qedexe tê ragihandin. Mirov nikare bibêje OHAL jî. Mirov dikare bibêje rejîma darbeyê. Baş e lê ji bilî me kê ji we li dijî vê rewşê gotinek kiriye? Ji Agiriyê heta Bêdlis, Colemêrg, Şirnex, Dêrsim, Riha û hêj gelek deverên din. Li bajarên rojava yên weke Stenbol, Îzmîr û Bursayê jî ev qedexe hene. Baş e lê walî vê rehetiyê ji ku digirin? Weke gavek berê min got, vê cisaretê ji wezîrê karên hundir digirin. Wezîrê karên hundir dibêje ‘Ji ewil birûxîne û piştre jî hiqûq.’ Anku dibêje ez hiqûq û makeqanûnê nas nakim. Mafên makeqanûnê bi destê waliyan tên astengkirin. Heke waliyek ewlehiya bajêr bi saya qedexeyan bigire, wê demê bila îstîfa bike. Walî mîna karmendên bicihanînê dixebitin. Lê ev qedexe ye ji bo partiya desthilatdar derbasdar nînin. Tenê bo HDP û muxalefeta civakî û siyasî ne.    GELO MA PEYWIREKE VAN HÊZAN A ÊRIŞA LI DIJÎ PARLAMENTERAN HEYE?    Xala 34’an a Makeqanûnê her carê tê binpêkirin. Xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tên binpêkirin. Parçeyeke DMME û Konseya Ewropayê ne. Ji Konseya Ewropayê derkevin û bila hemû kes êdî rehet bibe. Hêzên ewlekariyê tiştên ku ne karê wan in dikin. Bi rehetî mafê min ê daxuyaniyê asteng dikin. Gelek caran dibêjin ‘ez dewlet im.’ Tu tenê karmendekî. Ya ku dewlet jê re tê gotin ew gel û nûnerên wan in. Qanûnsazî yek ji nûnerên dewletê ne. Gefên giran li parlamenterên me tên xwarin. Yek ji wan jî xistina wan a erdê, şikandina mil, derbkirin û êrişa fîzîkî ye. Baş e ma mafekî wiha yê hêzên ewlekariyê heye? Bi devkî êrişan dikin û çêrên zayendperest dikin. Ji bo ku ev êriş neyên kişandin jî çapemeniyê dûr dixin. Ji ber ku ew jî dizanin ku hiqûqê binpê dikin.”    WÊNEYÊN ÊRIŞÊN LI DIJÎ WEKÎLÊN HDP’Î NÎŞAN DA    Bi domdarî Pîroglu wêneyên êrişên polîsan ên li dijî parlamenterên HDP’ê nîşan da û wiha berdewam kir: “Hêzên ewlekariyê mudaxaleyî Mûsa Pîroglu dikin. Wekîlê me yê astengdar diavêjin erdê. Gelo ma tiştekî wiha tê qebûlkirin? Tevek jî wêneyên êrişên hêzên ewlekariyê yên li dijî wekîlên me ne. Min digot ku nahêlin mafên bingehîn bên bikaranîn. Van wêneyan jî weke mînak nîşan didim. Hêzên ewlekariyê di bin mertalan de pêhnan deynin wekîlên me. Piştî çalakiyan, lingên gelemperiya wekîlên me reş û şîn dibin. Em her carê dibêjin ‘bersivê nedin.’ Ji ber ku kamera nabînin lewma pêhnan deynin. Mirovan provoke dikin. Provokatorên taybet dişînin nava hêzên ewlekariyê. Her cureyekî heqaretê dikin. Wekîlên me gelek bêhnfireh tevdigerin. Carnan jî êdî mirov nikare sebir bike.    AKP’Ê HÊJ JI ZÛ VE BIRYARA XWE DAYE    Ma ev mudaxele tenê ji bo HDP’ê hene? Di destê me de gelek rapor hene. Raporên Saliha Aydenîz hene. Giliyên ku wê kirine hene. Lê belê dadgehan bêyî ku li gorî hiqûqê tevbigerin ev serlêdan red kirin. Ji bo van kiryarên polîsan em serî li hiqûqê didin. Fezleke hatin xwendin. Ji 5 fezlekeyan di 4’an de qala astengkirinên di çalakiyan de tê kirin. Lê belê tiştên ku polîsan gotine nehatine nivîsandin. Çêr û heqaretên wan nehatine nivîsandin. Lê belê gotina ‘hiş be’ ya wekîlê me nivîsandine. Û hûn dixwazin bi van fezlekeyan parêzbendiya wê rakin. AKP’ê hêj ji zû ve biryara xwe da ye. Dê di komîsyonan de destê xwe rakin û deynin û parêzbendiyê rakin. Hinek guh bidin dengê wijdana xwe.    DERHEQÊ NÊRÎNÊN ME DE FEZLEKEYAN AMADE DIKIN    Ji sedî 95 ê van fezlekeyan bi sedema daxuyaniyan hatine amadekirin. Ji bo fikr û azadiya îfadeyê dibêjin ‘propagandaya rêxistinê.’ Ev yek bi serê min jî hatibû lewma dibêjim. Rojekê li Amedê diaxiviyam û di destê wî de megafon hebû. Gotineke min bi xweşiya wî neçû û xwest bi megafonê asteng bike. Min jî got ‘ez wekîlim û heke gotineke sûc tê de hebe fezlekeyê amade bike û bişîne.’ Piştre fezleke şandin. Ji ber gotina min a ‘divê li welêt aştî hebe’ ev fezleke amade kirin. Fezlekeyên ku hûn li vir di bin navê ‘propagandaya rêxistinê’ de li vir dixwînin, ji van tiştan pêk tên. Dozgerên we dibêjin ‘em di derheqê HDP’iyan de çiqas fezlekeyan amade bikin, dê ewqas bêhtir bên terfîkirin.’ Dozger Ahmet Altun mînaka vê ye. Kompasa Kobanê weke kompaseke mezin vekir û piştre terfî kirin. Dozgerên herêmî jî wisa tevdigerin. Min xwest ku weke nîşeyekî li dîrokê binivîsim. Nexwe dizanim derfetên me yên guherandina biryarên we nîne.    HÛN DÊ HER TIM LI DESTHILATDARIYÊ NEMÎNIN   Serokê Giştî yê AKP’ê li ser kursiyê wiha got. Baş e lê hûn dê çawa li gorî wijdana xwe biryarê bidin. Bila li dîrokê bê nivîsandin. Belkî hûn rojekî bixwînin û bibêjin ev tişt hatine gotin. Mûstafa Yeneroglu li Enqereyê bûyereke nebaş jiya. Dil dixwest ku dema Yeneroglu di nava AKP’ê de ev nêzikatî red kiribûna. Piştî ku derbasî muxalefetê bûyî tiştekî wiha bi serê wî hat. Em xemgîn bûn. Sibe dusibe hûn dê ji desthilatdariyê bikevin. Hûn li gorî hiqûqê tevnagerin. Dê hemû bêhiqûqiyên hûn niha dikin li dijî we bên bikaranîn. Mijara van fezleke û parêzbendiyan jî ji wan meseleyan e.    HÛN BI MAKEQANÛNA 12’Ê ÎLONÊ JÎ NAKIN    Xwedîderketina li maf û azadiyên demokratîk, li maf û rêgezên gerdûnî peywira hemû siyasetmedaran e. Heke tişta ku me tîne ba hev Makeqanûna 12’ê Îlonê be, tevgerîna li gorî wê jî peywira me tevekan e. Bi salan li dijî Makeqanûna 12’ê Îlonê têkoşiyam lê niha neçar dimînim ku ji we re dibêjim li gorî wê tevbigerin. Di serdemeke wiha ya despotîk de we xwe xistiye rewşeke wisa ku nikarin li gorî Makeqanûna 12’ê Îlonê jî tevbigerin.    WE NE HIQÛQ Û NE JÎ DARAZ HIŞT   We ne hiqûq û ne jî daraz hişt. Di DGM’ê de hatim darizandin. Di Dadgeha Leşkerî ya Sermandariyê de hatim darizandin. Li ser dadger û dozgeran cil û bergên leşkerî hebûn û li ser wan jî cibe li xwe kiribûn. Heta ku min parastina xwe qedandî jî mudaxale nekirin. Ez şaş mabûm. Me her tim DGM rexne kirin. Dema em bi yên îro re didin ber hev, dibêjin ku qet nebe wê demê şandeyên li gorî hiqûqê tevdigeriyan hebûn. Rewşa Dadgeha Cezayên Giran ji xwe kambax e. Hûn dê jixwe şerm bikin. Îcar hûn parêzbendiyan radikin û ji van dadgehan re dişînin.”   ‘MAKEQANÛN TÊ BINPÊKIRIN’    Piştre jî parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Îbrahîm Ozden Kaboglu mafê axaftinê girt û biryarên AYM û Makeqanûnê bi bîr xist. Kaboglu, diyar kir ku sepanên hêzên ewlekariyê sûcekî li dijî makeqanûnê ye û wiha got: “Van sepanan bi awayekî sîstematîk dikin. Dema welatî mafên xwe yên makeqanûnê diparêzin, hêzên ewlekariyê êrişî wan dikin. Ev jî sûcekî li dijî makeqanûnê ye. Bi awayekî sîstematîk makeqanûnê binpê dikin. Bi vê yekê jî dewleta hiqûqê ya makeqanûnê jî tê binpêkirin. Ev rewş ji bo her kesî û wezîrê karên hundir jî derbasdar e.”    YILDIZ Ê MHP’Î HDP’Î HEDEF NÎŞAN DA   Fetî Yildiz ê MHP’î jî di komîsyonê de mafê axaftinê girt û HDP’î hedef nîşan da. Li ser vê yekê Fatma Kurtulan a HDP’î bertek nîşa da. Yildiz got ku divê hemû fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyan bên nirxandin.    Di komîsyonê de Mehmet Ruştû Tîryakî û Abdullah Koç jî axivîn û bal kişandin ser êrişên polîsan.    Hevdîtinên li komîsyonê berdewam in.