Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe 2022-06-23 17:52:38     ENQERE – Endamên "Komîsyona Amadekariyê" ku ji bo amadekairina rapora derbarê betalkirina parêzbendiya Aydenîzê de hat avakirin, dê îro saet di 18.00'an de li hev kom bibin.    Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê û Komîsyona Edaletê pêk tê, bi Serokatiya Yûsûf Bayazitê AKP'î ji bo betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê li hev kom bûbû. Di komîsyonê de 5 fezlekeyên derbarê Aydenîzê de hatibûn nîqaşkirin û biryar hatibû dayîn ku ji bo vekolandina fezlekeyan û amadekirina raporê "Komîsyona Amadekariyê" bê avakirin. Parlementerê HDP'ê Abdullah Koç, Parlementerê CHP'ê Rafet Zeybek û parlementerên AKP'ê Alî Ozkaya, Emîne Zeybek û Orhan Kircali ji bo Komîsyona Amadekariyê hatibûn bijartin.   Serokê Komîsyona Edaletê Yûsûf Beyazitê AKP'î bang li endamên Komîsyona Amadekariyê kir ku dê saet di 18.00'an d eli hev kom bibin. Dê di civînê de peywira endaman bê diyarkirin.