Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin 2022-06-25 09:05:20   ÎZMÎR - Piştgirên Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatiye destpêkirin diyar kirin ku desthilat her cara ku ditengije êrişê dibe ser girtîgehan û xwestin polîtîkayên çewisîner bi dawî bibin.    Li Îzmîrê Nobeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin di 12'ê Sibatê de dest pê kir didome. Xizmên girtiyan heftê sê rojan; roja sêşemê li Baroya Îzmîrê, roja çarşemê li ber Edliyeya Bayrakliyê û roja pêncşemê jî li ber Edliyeya Kiriklar a Bûcayê çalakiya xwe didomînin.   Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr serdana çalakiya nobedê ya malbatan dikin. Rêvebira Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Focayê Sûna Kiliç bal kişand ser girîngiya Nobeda Edaletê.    Kiliç destnîşan kir ku ji bo li welêt edalet pêk bê, ewilî divê bêhiqûqîtiya li girtîgehan bi dawî bibe. Kiliç anî ziman ku di demên dawî de zextên li ser muxalifan zêde bûne û got: "Ev zext bi taybetî li girtîgehan zêde bûne. Girtî nikarin dengê xwe ragihînin derve û bi zilmê re rû bi rû dimînin."    'NOBEDA EDALETÊ HER TIŞTÎ DI XWE DE DIHEWÎNE'   Ji piştgirên Nobeda Edaletê Huseyîn Satilmiş jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq tê binpêkirin. Satilmiş anî ziman ku tedawîkirian girtiyan tê astengkirin û înfaza wan bi hincetên hêsan tên şewitandin û got: "Li derve feraseteke ku mirovan mehkûmî qefesan dike heye. Ev Nobeda Edaletê peyama ji bo aştiyê ye. Peyama aştiyê tene ne bêdengkirina çekan, di heman demê de jiyana bi hev re, demokrasî, mafên mirovan û gelek tiştên din di xwe de dihewîne. Ji bo mirov karibin li vî welatî bijîn şertê ewil ev e."    'HER CARA KU DITENGIJIN ÊRIŞÊ DIBIN SER GIRTÎGEHAN'   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bornovayê Nedîm Yilmaz jî bilêv kir ku tevî xizmên girtiyan li qadan û kuçeyan têdikoşin ji bo edaletê. Yilmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye û wiha axivî: "Detshilat her cara ku ditengije êrişê dibe ser girtîgehan. Îro ro bi hezaran mirov sirf ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal û an jî ji ber daxuyaniyekê tên girtin. Lê tiryakfiroş tên berdan. Dê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome. Em xwedî li Nobeda Edaletê ya dayikan derdikevin û em ê tim li cem wan bin."    'QANÛNÊ PÊK BÎNIN'   Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Xizmên Windayan re ya Anatolyayê (ANKAY-DER) Halît Batan jî wiha got: "Zarokên malbatan nexweş in û înfazên wan bi hincetên hêsan tên şewitandin. Em dixwazin di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê de mafê girtiyan çi be ew bê pêkanîn. Em bang li Wezareta Dadê dikin; mafên mirovî yên girtiyan pêk bînin. Hiqûq û mafên girtiyan hene. Divê ehr kes wekhev sûdê ji van mafan bigire. Gelek girtî nayên dermankirin û çendî raporên wan hene jî nayên berdan. Girtiyên nexweş divê bên berdan û li mal bên dermankirin."