Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran 2022-06-25 10:14:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê siyasî Selar Elî ku liv û tevgera Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê nirxand, diyar kir bêdengî û bertek nîşan nedana desthilatê ya ji bo êrişên MÎT'ê nîşana erêkirinê ye û ev tişt got: "Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran."   Êrişên Tirkiyeyê yên di 17'ê nîsanê de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dest pê kirin, didomin. Bi van êrişên xwe re Tirkiye li dijî bajar û herêmên mîna Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Silêmaniyê jî bi SÎHA'yan êrişan pêk tîne. Tê diyarkirin ku Tirkiye di encama agahiyên ku ji MÎT'ê re tên ragihandin van êrişan pêk tîne. Herî dawî di 17’ê hezîranê de li navçeya Kelar a Germiyanê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe bû hedefa êrişeke Tirkiyeyê ya bi SÎHA'yan. Şiblî û 2 hevalên xwe di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan û hevalek wî jî birîndar bû.    WÊ ÇARENIVÎSA WAN JÎ WEKE DESTHILATDARÊN RÛXAYÎ BE   Çavdêrê Siyasî Selar Elî, derbarê van êrişên Tirkiyeyê de ji Rojnews’ê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Elî, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê nemerdane e û wiha got: "Care yekeme destê rejîma faşîst a tirk digihî vê herêmê. Vê fikareke kûr ji aliyê herêma Germiyan ve çêkiriye. Divê desthilata Başûrê Kurdistanê li dijî vê bûyerê berpirsyartiya xwe nîşan bide. Ji ber ku eger bêdeng û sernizmiyê hilbijêre, îspata vê ye ku sîxûriya MÎT’ê erê kiriye. Em bawerin ku ev heval çiqas ji hewa ve hatibin çavdêrkirin ewqas jî ji bejahî ve hatine çavdêrkirin, lewma erka hêzên ewlehiyê ye destê kesên pişt bûyerê aşkera bike. Vê desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxurtiyê. Lewma eger pêşî lênegirin wê çarenivîsa wan jî weke desthilatdarên rûxayî yên li pey hev ên Iraqê be."   DIV ZE4XT LI DESTHILATÊ BÊ KIRIN   Di berdewamê de Elî, diyar kir ku desthilata kurd bûyerên wiha erê kiriye û wiha pêde çû: "Eger ne wiha ye bila şermezar bikin û li dij rawestin. Heta ku sîxurtiya li Germiyan destnîşan bike bang li xelkê Germiyanê yê azadîxwaz kir ku zextê li desthilatê bikin. Ev karekî qirêj e û eger li pêşiyê negirin, wê xelk li hemberî wan rabe."