Mirovên Şemiyê hatin berdan 2022-06-25 18:07:51   STENBOL  – Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan. Parêzvanên mafên mirovan ên hatin berdan li ber ÎHD'ê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî kesên ku di hefteya 900'î ya çalakiya Dayikên Şemiyê de li Qada Galatasarayê hatin binçvakirin daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ÎHD a Şaxa Stenbolê ya li Beyoglûyê hat dayîn. Endamên ÎHD, hiqûqnas, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy û xizmên windayan jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de ewilî Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe axivî. Efe bilêv kir ku Qada Galatasarayê beriya daxuyaniyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û got, lê astengî çi dibin bila bibin dê her tim li cem Dayikên Şemiyê bin û xwest parêzvanên mafên mirovan ên hatine binçavkirin demildest bên berdan.    ‘WIJDANÊ CIVAKÊ NE'   Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê rêvebirê ÎHD'ê Umît Tekay Dîşlî ve hat xwendin. Dîşlî bibîr xist ku çalakiya xizmên windayan a ji sala 1995'an ve li Qada Galatasarayê tê lidarxistin îro ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin. Dîşlî destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê parêzvanên mafên mirovan e ku li hemberî hemû zordestiyê têdikoşin û got: "Ew dengê heqîqetê, wijdanê civakê ne."    ‘BILA LÊBORÎN BÊ XWESTIN'   Dîşlî destnîşan kir ku sedema binçavkirin parêzvanên mirovan astengkirina lêgerîna wan a ji bo heqîqet û edaletê ye û got: "Ev nayê qebûlkirin û demildest divê dawî li van çewisandinan û vê înkarê bê. Demildest divê parêzvanên mafên mirovan serbest bên berdan û lêborîn ji Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bê xwestin."    BI ÇEPIKAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Piştî daxuyaniyê hat hînbûn ku Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê di binçavan de hatine berdan. Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan jî di nav de parêzvanên mafên mirovan ên hatin berdan hatin ber ÎHD'ê. Kesên hatin berdan bi çepikan hatin pêşwazîkirin.