Li Kampa Holê jinek hat kuştin 2022-06-25 19:45:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin. Hat ragihandin ku jina hatiye kuştin 19 salî ye û ji Hûmûsê ye.    Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin. Çavkaniyan bêyî ku navê jina ku hatiye kuştin aşkere bikin ragihandin ku jina hatiye kuştin di sala 2003'yan de çêbûye û ji bajarê Hûmûsê ye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê salê heya niha li kampê 25 kes hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.    Kampa Holê li cîhanê wekî kampa herî bi xetere tê zanîn. Li kampê malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên di Pêngava Bahoza Cizîrê ya li Baxozê de xwe radestî QSD'ê kirin dimînin.    Li gor belgeyên rêvebiriya kampê, Kampa Holê ji 9 beşan pêk tê û bi giştî 56 hezar û 97 kes lê dimînin. Ji van kesan 29 hezar û 152 kesên (7 hezar û 791 malbat) iraqî û 18 hezar û 863 kesên (4 hezar û 998 malbat) sûriyeyî lê dimînin.    Kampa Holê bi qasî 45 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hesekê ye. Bi êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sûcên li kampê jî zêde bûne.