Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin 2022-06-25 20:26:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê meşiyan û dewletên ku piştgiriya êrişan dikin jî şermezar kirin.   Meş û mîtînga bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşmeya “Li dijî êrîşa dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî Kurdistanê biparêze“ ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hat lidarxistin li Rheinpark a Dusseldorfê bi dawî bû.   Meş bi tevlêbûna bi dehhezaran kesî saet di 12.00’an de li qada Gragos-Adolf-Platz a Dusseldorfê dest pê kir. Malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di rêza pêşîn a korteja meşê de cih girtin. Kurdistaniyên ku ji bo protestokirina êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê cilên parastinê li xwe kiribûn jî di rêza duduyan a kortejê de bi cih bûn. Hunermendên kurd jî bi stranên xwe tev li kortejê bûn. Di dema meşê de bênavber dirûşme hatin berzkirin û stran hatin gotin.   Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên li ser “NATO-Mitglied Türkei setzt chemische waffen in Kurdistan ein”, “Solidarität mit der kurdischen Freiheitsbewegung”, “Defend Kurdistan”, “Erdogans Giftgasangriffe stoppen”, “Defend Kurdistan gegen türkische Besetzung und Einsatz von chemische Waffen”, “Wer zu Kurdistan schweigt, soll nicht über die Ukraine sprechen!” nivîsandî hatin hilgirtin.   Meş li qada Rheinparkê veguherî mîtîngê. Ji çar parên Kurdistanê û derên cuda yên cîhanê nûnerên partiyên siyasî, mafê mirovan, ekolojîst û tevgerên jinan di mîtîngê de axivîn.   Pêşkêşvan axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û got: “We qet dîtiye yekî/ê wêneyê Barzanî hilgirtiye? Lê binihêrin tevî hemû zorî û zehmetî û qedexehiyan, gelê kurd mekaba gerîla û wêneyê Rêber Apo bi serbilindî hildigire.“   Mîtîng bi sirûda neteweyî “Ey Reqîb“ ê dest kir. Dema sirûd hat gotin, ciwanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin.   Ewilî Hevserokên KON-MED'ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn. Zumrut anî ziman ku li her cihê gelê kurd li ber xwe dide û got: “Zap li ber xwe dide, Rêber Apo li ber xwe dide, em ji Dusseldorfê berxwedanê silav dikin.“   ‘GELÊ KURD HEVKARIYÊ QEBÛL NAKE‘   Engîn Sever jî diyar kir ku bersiva herî mezin îro gel li Dusseldorfê da dewleta tirk. Sever da zanîn ku Elmanyayê çekên kîmyewî dide dewleta tirk û got: “Gelê kurd hevkariya we qebûl nake. Îradeya gelê kurd Rêber Apo ye, Zap e, gerîla ye.“   Piştre nivîskar Dr. Michael Wilk jî axivî û got: “Di êrîşên dewleta tirk de bi sedan zarok û sivîl hatine qetilkirin. Bi gefên nû yên dagirkeriyê dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Ev terora rejîma Erdogan e."   ‘EM Ê BI HEVRÊYÊN XWE YÊN KURD RE BIN‘   Nûnerê Yekîtiya Îngilistanê Simon Dubbins ku di nav beşdarên meşê de cih girt, axivî û got: “Em ê li Îngilistanê mil bi mil têkoşînê bikin. Em di salên 90’îkde bi rêhevalên xwe yên li Afrîkaya Başûr re mil bi mil li ber xwe dan. Em ê jî bi hevrêyên xwe yên Kurd re bin. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”   ‘PIŞTEVANIYA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NEKIN‘   Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “Gelê kurd îro bi hezaran silav ji gerîla re şand. Gelê Kurd îro gotina xwe ji OPCW û NATO’yê re kir. Gelê Kurd bang li Barzanî kir û got, ‘dawî li xiyanetê bîne‘. Êdî piştevaniya êrîşên dewleta tirk nekin.“   Berdevka YJK-E Ayten Kaplan jî diyar kir ku ew jî weke gelê Kurd bi hev re jiyaneke wekhev dixwazin û got: “Em dizanin ku ev çek kê dane. Hûn nikarin gelê kurd bi qirkirinê biqedînin. Nasnameya me li Elmanyayê qedexe ye. Çalakiyên me qedexe ne. Êdî bes e! Em dixwazin di hawîrdoreke demokratîk de bijîn. Em azadî, demokrasî dixwazin; ji ber vê yekê em li vir in. Piştgiriya polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê nekin.”   ‘ARMANC HEMÛ DESKEFTIYÊN KURDAN IN‘   Li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanî û partiyên Bakur Hîkmet Serbilind axivî. Serbilind gerîlayên HPG’ê silav kirin û got: “Em dixwazin li dijî dewleta dagirker helwesteke neteweyî ya nîşan bidin. Dewleta tirk li ser tunekirina Kurdan ava ye. Hebûna kurdan ji xwe re wek gef dibîne. Kurd bibin yek, yekîtiya neteweyî xurt bibe, tu hêz li Rojhilatê Navîn bi kurdan nikare. Hedefa dewleta tirk ne bi tenê kurd in. Hemû destkeftiyên kurdan in. Eger gerîla bi bin bikeve wê mala kurdan xera bibe.“     ‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN’   Serokê KNK’ê yê berê Tahir Kemalzade jî axivî û wiha got: “Kurdistan welatê kurdan e. Ne yê ereban ne yê eceman ne jî yê tirkan e. Em welatê xwe yê ku mafê me ye dixwazin. Gerîla silav dikim, gelê kurd ê qehreman pîroz dikim. Em bi hezaran Zîlan li qadan in! Kurd azad nebin tu kes azad nabe. PKK azad nebe Başûr azad nabe. Bijî Serok Apo.“   Siyasetmedara ji Die Linkeyê Mizgîn Çîftçî jî axivî û got “Ez bang li hikûmeta alman dikim. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîşên bi çekên kîmyewî li Kurdan dibin lê tu piştevanî nîn e! Kî dide ber bombeyan? Kî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, kî Başûr bombe dike? Rejîma terorîst a Erdogan dike.“   Mîtîng bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û "Herne Pêş" û stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.