Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin! 2022-06-26 09:03:21   RIHA - Halîl Çalişkan (59) ku dahata wî tenê hezar û 300 TL meaşê astengdariyê ye, ji ber ku nikaribûye heqê kirêya xwe bide ew û hevjîna xwe ji xanî hatine derxistin. Çalişkan ku niha tevî hevjîna xwe û zarokên xwe li mala keça xwe dimîne, li benda çareyekê ye.    Li Taxa Haleplîbahçe ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê Halîl Çalişkan (59) û hevjîna xwe Ayşe Çalişkan, ji ber ku nikaribûne kirêya xaniyê xwe bidin ji xanî hatine derxistin. Malbata Çalişkan ku niha ji bêgavî li mala keça xwe dimîne li benda çareyekê ye.    Hevjînên hev Halîl û Ayşe Çalişkan berê li Pirsûsê diman. Lê ji ber nexweşîna xwe tim diçûn Rihayê. Ji ber vê mala xwe birine navenda Rihayê. Lê ji ber ku dahata malbatê tenê hezar û 300 lîre meaşê astengdariyê yê Halîl Çalişkan bûye, malbat ji bo karibe debara xwe bike ji derdorê bi qasî 17 hezar TL pere deyn kiriye. Lê ji ber ku nikaribûne deynê xwe bidin, du meh berê kesê ku pere bi deyn daye wan dest daniye ser qerta wan a meaş.    Malbata Çalişkan ku du meh in tu dahateke wê tune ye, bi ser de xwediyê xanî jî kirêya xanî zêde kiriye. Xwediyê xanî kirêya salane ji 5 hezaran kiriye 8 hezar û 500 lîre.    LI PARKÊ MAN   Xwediyê xanî heqê kirê pêşin ji malbata Çalişkan xwestiye. Lê ji ber ku malbat nikaribûye bide, xwediyê xanî 3 roj muhlet daye wan ku pere bidin. Lê ji ber ku malbatê nikaribûye pere bide, xwediyê xanî ew ji xanî derxistine û malbat demekê li parkê maye. Piştî ku wêne û dîmenên malbatê yên li parkê li ser medyaya sanal belav bûn, Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya girêdayî Qeymeqamtiya Eyyubiyeyê soz daye malbatê ku dê meseleya wan çareser bike û ew ji parkê derxistine.    Weqfê malbatê ji bo wextekê li mala qîza wê bi cih kir. Lê çend roj derbas bûne weqfê hê jî tiştek nekiriye.    ‘DEST DANÎN SER QERTA MIN A MEAŞ'   Halîl Çalişkan diyar kir ku niha li cem keça xwe ye, lê keça wî jî di xaniyê kirê de ye û xwest meseleya wan bê çareserkirin.    Çalişkan destnîşan kir ku nikare heqê kirê bide û got: "17 hezar TL deynê min heye. Xwediyê deyn du meh berê dest danî ser qerta min a meaş. Niha ew meaşê min distîne. Du meh in tu dahatek min tune ye. Min gelek caran serî li weqfa alîkariyê da, ez çûm şaredariyê lê kesî alîkariya me nekir. Em li benda alîkariya her kesî ne. Çavên min ji sedî 91 nabînin."    ‘NANEK BÛYE 3 TL'   Bi domdarî Çalişkan bilêv kir ku berê qet nebe bi meaşê xwe yê astengdariyê kêm zêde karibûye debara xwe bike û wiha bi dawî kir: "Meaşê min hezar û 300 TL ye. Berê kêmtir bû, lê têr dikir. Lê niha nanek bûye 3 TL. Em du kes in. Ger em danê 2 nana bixwin rojê dike 6 nan. Îja em ê çawa debara xwe bikin? Par me salê 5 hezar lîre heqê kirê dida, lê xwediyê xanî îsal kir 8 hezar û 500. Em li derve man. Niha em li cem keça xwe ne. Ew jî di kirê de ye. Rayedaran got em ê rojek berî rojekê çareser bikin, lê heya niha tiştek nekirine. Ma ez ê heya kengî li cem keça xwe bim?"   MA / Emrûllah Acar