4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda 2022-06-26 09:08:38 ŞIRNEX - Salih Temel ê 70 salî yê ji gundê Setkarê yê Elkê ku ji ber li ber valakirina gund rabûye û cerdevantî qebûl nekiriye 4 caran hatiye girtin û 15 caran hatiye binçavkirin got: "Em xwediyê vê derê ne. Em nikarin dest jê berdin. Jiyana me li vir e. Bav û kalên me li vir mane. Me bikujin jî em ji vir naçin. Heke em axa xwe bihêlin biçin wê demê şeref ji çi re ye? Divê em di her şert û mercî de xwedî li axa xwe derkevin." Li herêmê ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê bi dehan gundên herêmê hatin valakirin. Gundên ku cerdevantî qebûl nekirin hatin şewitandin û piştre jî hatin valakirin. Ji van gundan yek jê jî gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Gund di salên 1990'an de ji ber ku cerdevantî qebûl nekiriye bi êrişan re rû bi rû maye û dawiyê hatiye valakirin. Salih Temel ê 70 salî yê ji Setkarê ji ber ku wê demê li ber valakirina gund û dorpêçkirina gund rabûye û cerdevantî qebûl nekiriye 4 caran hatiye girtin û 15 caran jî hatiye binçavkirin. Temel her cara ku hatiye binçavkirin û girtin bi awayekî giran hatiye îşkencekirin, lê dîsa jî dest ji axa xwe bernedaye.   4 CARAN GIRTIN 15 CARAN BINÇAVKIRIN   Temel diyar kir ku di wan salan de wan bi çavê xwe gelek tişt dîtine û got ku ne pêkan e wan rojan ji bîr bike. Temel wiha behsa wan rojan kir: "Beriya niha em li jor bûn. Me li wir pezê xwe xwedî dikir û me giya didirût. Me debara xwe bi sewalkariyê dikir. Lê dewletê ji me re got, 'Hûn dê ji vir derkevin.' Me qebûl nedikir û dawiyê em bi zorê ji vir derxistin. Em ji jor hatin vir û me pezê xwe, giyayê xwe û her tiştê xwe firot. Ji neçariya xwe em hatin vê derê. Me karê xwe li vir berdewam kir. Em 2 salan li vir neman, hikûmet hat vir jî û ji me re got, 'Ji vir derkevin.' Me qebûl nekir û ji gund em 7 kes binçavkirin. Piştre em hatin girtin û em birin Girtîgeha Mêrdînê. Ji wir jî em birin Girtîgeha Amedê. Em 5 mehan di girtîgehê de man û piştre em berdan. Bi girtina me re derdora gundê me dorpêç kiribûn û hemû têl kiribûn. Bêrîvanên me jî diçûn gundê Geranisê pezê xwe didotin. Ji gundiyan re digotin, 'Ji malên xwe dernekevin.' Em salekê du salan di bin dorpêçê de man. Her aliyê gund girtibûn. Ne dihiştin em biçin zeviyên xwe av bidin ne jî destûr didan ku em ji malên xwe derkevin. Em jî nêçar bûn û ji bo ku zeviyên me hişk nebin em diçûn me bêyî dewletê ew têl dianîn xwarê û me zeviyên xwe wisa bi şev av didan. Dema ku cerdevanekî didît ku me zeviyên xwe avdane serê sibehê dihatin hesab ji me dipirsîn, digotin, 'We li wir çi dikir?' Ji ber vê em  8 kes hatin girtin û em birin Girtîgeha Sêrtê. Li wir em bi rojan îşkence kirin. Li wir jî em 9 mehan di girtîgehê de man. Lê piştre em dîsa berdan. Gava em hatin me dît gund hê jî dorpêçkirî ye. Sînor bi têlan danîbûn û diviya bû ku kesek ew sînor derbas nekirina. Em gelek jê aciz bûn û me têl rakirin. Li gel rakirina têlan em careke din hatin girtin. Vê carê jî em birin girtîgeha Şirnexê. Li wir jî em 2 mehan girtî man."    LI GUND HEMAN PÊKANÎN DIDOMIN   Bi domdarî Temel anî ziman ku sal derbas bûne lê heman tişt hê jî didomin û ev tişt anî ziman: "Pişt re em ji gundê me derxistin em birin gundê Gelajêrê. Em salekê li wir man. Piştre keyayê gund çû bi hikûmetê re axivî û jê daxwaz kir ku destûr bide da ku em biçin gundê xwe. Piştre em dîsa hatin gundê xwe. Wexta ku em vegeriyan gund tabûreke leşker hebû li gund. Tiştek ji me nehiştibûn. Avahiyên me kiribûn destşoyên xwe. Piştre me dîsa ava kir. Piştre em dîsa girtin û birin Şirnexê. Her kes berdan lê ez girtim. Li wir jî ez salekê di girtîgehê de mam. Zêdetirî 20 caran avêtin ser me. Çîroka me û dewletê jî ev bû. Nedihiştin ku em biçin giyayê xwe bidûrin. Ev saleke em diçin giyayê xwe didirûn. Weke wan salan dîsa dora me girtine û gundê me bi kamerayan temeşe dikin. Em di rewşeke gelek nexweş de bûn. Hê niha jî em nikarin bi awayekî azad derbikevin. Dema ku em derdikevin qereqol me digere û dibêje, 'Ew kî ye derketî?' Em jê re dibêjin, 'Em diçin zeviyên xwe av didin, giyayê xwe didirûn em ne kaçax in' lê ji me re dibêjin were û piştre jî ceza dibirin. "   7 ŞEV Û ROJAN ÎŞKENCE   Di berdewamê de Temel bi lêv kir ku ji bo ku dorpêça li ser gundê xwe qebûl nekiriye bi rojan hatiye îşkenceyê kirin. Temel, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha li tevî hemû neyiniyan jî me gundê xwe berneda û em ê bernedin. Niyeta me ya ku em careke din dest ji gundê xwe berdin nîn e. Ew qasî ji me re gotin, 'rabin' lê belê me berneda. Li ku bûyer çêbiba dihatin bi ser gundê me digirtin. Welatê mirovî namûsa mirovî ye. Av, ax, dar her tiştekî vê derê namûsa me ye. Li ser vê axê xwîna me rijiya ye. Em heta hetayê dest ji axa xwe bernadin. Em xwediyê vê derê ne. Em nikarin dest jê berdin. Jiyana me li vir e. Bav û kalên me li vir mane. Me bikujin jî em ji vir naçin. Heke em axa xwe bihêlin biçin wê demê şeref ji çi re ye? Divê em di her şert û mercî de xwedî li axa xwe derkevin. Çi bibe bila bibe divê em axa xwe terk nekin. Em aştiyê û aramiyê dixwazin. Em tên kuştin jî lê em dibêjin aştî. Ez gelek caran jî hatim îşkencekirin. Ji 18 kesan em 7 kes îşkence kirin. Ji me xwestin ku em navên gundiyan bidin, lê min neda. Çimkî mafê tu kesî tune ye ku bêbextiyan li kesekî bike. Ez tazî kirim û hilawîstim. Ava cemidî li min dikirin û piştre ceyran didan laşê min. 7 şev û 7 rojan av dianîn li ber devê min dirijandin lê nedidan min. Min ji wan re digot, 'Hûn çi dikin bikin.' Dema ku nêzikî min dibûn tif nava çavên min dikirin û min ji wan re digot, 'lenet li we' ez ê tu caran wan efû nekim. Em û wan dikarin bi hev re bijin, lê efûkirin tune ye."   Temel di dawiyê de bang li kesên ku dest ji axa xwe berdidin kir û wiha got: "Çi dibe bila divê mirov li axa xwe, darên xwe û ava xwe xwedî derkeve. Divê mirov li namûsa xwe xwedî derkeve. Ava me, axa me, darên me namûsa me ne. Divê em li gundên xwe xwedî derkevin. Em biçin ku divê em kurd bimînin. Divê mirov axa xwe terk neke, ji bo axa xwe heta dawiyê têbikoşe."