Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê 2022-06-26 11:27:58 NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku heke Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, dê DAIŞ jinûve zindî bibe û wiha got: “Gefên Tirkiyeyê mirûzê DAIŞ’ê xweş dike. Her cara ku Tirkiye gefan dixwe, liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêdetir dibe.”     Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û bi vê ve girêdayî zêdebûna liv û tevgera DAIŞ’ê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.  Mehmûd diyar kir ku DAIŞ li gorî AKP’ê tevdigere û wiha got: “Dewleta tirk kengî gefan li herêma me bixwe, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê jî zêdetir dibe. Ev yek nîşan dide ku her du alî xwedî heman hişmendiyê ne lê tenê navên wan cuda ne.”    Bi domdarî Mehmûd anî ziman ku Tirkiye NATO û peymanên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de di bin navên cuda de tevdigerin. Van herêman bo xwe weke stargeh dibînin. Her wiha li herêmên di navbera Dêrazor, Tedmûr û Siweydayê tevdigerin. Serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de hatin kuştin. Gelek serçete jî li wir hatin girtin. Li van herêman stratejiyan danin, çeteyan perwerde dikin û êrişên pê didin kirin. Êrişa li dijî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê mînakeke ji van êrişan e.”    GEF Û ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ   Di berdewamê de Mehmûd da zanîn ku biryargeha fermandariya DAIŞ’ê li Dîlok, Riha û Enqereyê ne û wiha pê de çû: “DAIŞ bi dawî nebûye. 12 hezar çeteyên DAIŞ'ê di girtîgehên me de ne. Malbatên wan li Kampa Holê ne. Zarokên wan li pêş çavên cîhanê bi heman hişmendiyê mezin dibin. Ji hêla xakê ve tune bûn lê zîhniyeta wan didome. Îxtîmal hene ku bi Tirkiyeyê re dîsa êrişên mîna Girtîgeha Hesekê bikin. Ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê pêwîstî bi rizgarkirina herêmên dagirkirî û paqijkirina herêmên di navbera Dêrazor, Tedmûr û Siweydayê de heye. Her ku Tirkiye gefan li herêma me dixwe, liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmên me jî zêdetir dibe. Gefên wan mirûzê çeteyên DAIŞ’ê xweş dike. Gef û êrişên Tirkiyeyê, pêşî li ber têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê digire.”   BANG LI CÎHANÊ KIR   Mehmûd, civaka navneteweyî rexne kir û axaftina xwe wiha xelas kir: “Erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî DAIŞ’ê pêk nayînin. Divê cîhan hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re bibîne û li gorî wê tevdîgeran bigire. Her wiha hikûmeta Şamê, Îran û Rûsya jî dih3ele ku DAIŞ xwe li herêmên di navbera Dêrezor, Tedmûr, Siweyda û Derayê de birêxistin bike. Desteka lojîstîk û teknîkê didin wan. Divê qada navneteweyî vê metirsiyê bibînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin. Divê di mijara dadgehkirina DAIŞ’iyên di destê me de û Kampa Holê cîhan bi rola xwe rabe. Divê dadgeheke navneteweyî ava bikin. Her wiha divê ji ber têkiliya xwe ya bi DAIŞ û şaneyên wê re, derheqê Tirkiyeyê de lêpirsîn bê vekirin.”