Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran 2022-06-26 12:18:26   AMED - Serokê DÎKO’yê Mehmet Yuksel got ku divê welatî dema mewduaetên xwe didin zêringiran hinekî baldar bin û ev tişt anî ziman: “Divê welatî dovîz an jî zêrên xwe bi mebesta emanet an jî kar nedin zêringiran.”   Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe û welatî li şûna ku pereyê xwe li bankayan razînin, baweriya xwe bi zêringiran tînin û li wir radizînin. Di demên dawî de gelek zêringir per û zêrên ku ji wan re wek emanet hatine hiştin digirin û direvin.    Li Amedê zêringirê bi navê Zerya Gol di 21’ê hezîrana 2020’an de di nav wan de waliyê kevin, serdozger, polîs û bi dehan esnaf jî, pere û zêrên emanet ên bi dehan kesan birin û reviya. Hat zanîn ku nirxê zêr û pereyên hatine revandin derdora 200 milyon lîreyan e. Di lêpirsîna Zerya Gold de hat îdiakirin ku “Pereyê bertîlê yê ji borsaya darazê hatiye standin” jî bi mebesta kar jê were kirin radestî Zerya Gold hatiye kirin. Herî dawî di 3’yê hezîranê de Zêringirê Halk yê li ser Cehdeya Sakarya ya Rezan a Amedê jî bi 14 milyon lîreyan, di 24’ê hezîranê de Zêringir Yildirim ê li ser Cehdeya Emekê jî bi bihayê 8 milyon zêr û dovîzên welatiyan reviyan.   ‘TIŞTEKÎ RAST NÎNE KU PEREYÊN XWE DIDIN WAN’    Der barê mijarê de Serokê Odeya Zêringir û Serafan a Amedê (DÎKO) Mehmet Yuksel ji ajansa me re axivî û hin hişyarî dan welatiyan. Yuksel anî ziman ku tiştekî rast nîne ku welatî pere û zêrên xwe didin zêringiran û wiha got: "Ne tenê li Amedê lê li seranserî Tirkiyeyê bûyerên wiha çêdibin. Li Amedê di nava mehekî de ev du bûyerên wiha qewimîn. Ji ber van bûyeran baweriya gel me me jî nayê û zirarê dide qada me. Divê kesek ji bo kar ji pere û zêrên xwe bike nede zêringiran. Ev tiştekî xelete. Ger ku zerînger kar bide te, wê demê niha dide bi hezaran kesên din jî. Lê tu qezencekî zêringiran ê wisa tune ye. Dibe ku ji ber rewşa xwe ya xirab wisa bike û bi şertê faîzê ji welatiyan pere û zêr bistîne. Bawer bikin heke pêdiviya zêringirekî pê nebe pereyê we wekî emanet nagire.”    ‘GEL DÊ BI KÊ BAWER BIKE’ Derheqê mijarê de welatiyê bi navê R.A. ku nexwest navê xwe diyar bike û 315 hezar lîreyên xwe weke emanet dabûn Zêringirê Halk jî axivî. A. got ku ji aliyekî ve ditirsiya ku bankeyên dewletê îflas bikin û li hêla din jî ji bo pereyê xwe ji dizan biparêze daye zêringir û ev tişt anî ziman: “Li gel pereyê me, zêringir pereyên bi dehan welatiyan girt û reviya. Bi ser bûyerê re 23 roj derbas bûn lê tu pêşketin tune ne. Hêviya me ew e ku di demekî herî nêz de pereyê me were dîtin.”    MA / Cengîz Ozbasar