Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan 2022-06-26 13:06:00   WAN - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo mitînga Serokê Giştî yê AKP ê Tayyîp Erdogan bi bihayê 2 milyon û 500 hezar lîreyan wesayît kirê kiriye.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji bo ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li bajêr mitînga xwe li dar bixe, biryareke sosret da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF),  qeyûm ji bo kirêkirina wesayîtan a 2 rojan di çarçoveya madeya 21-b’yê de îhaleyek da ye. Li gorî benda Xala 21’emîn a Qanûna Îhaleyan a Cemaweriyê, tenê di rewşên weke “bobelatên xwezayî, nexweşiyên şewbê û di xetereyên ser can û mal de” ev îhaleye dikare were dayîn. Lê belê qeyûm ji bo mitînga Erdogan ev îhaleye da ye. Derket holê ku ji bo kirêkirina wesayîtan 2 milyon û 500 hezar lîre hatiye xerckirin.    Hat zanîn ku qeyûm, îhaleya kirêkirina wesayîtan bi bihayê 2.399.256.00 lîreyan da ye Çetîn Can ê AKP’î. Can jî ev îhaleye bi ser navê Kargeha Limîted a Veguhezkarî Înşaet Paqijî Îtxalat Îxracat Pîşesazî û Bazirganiyê ya ÇE-TA’yê wergirtiye.