Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin 2022-06-26 14:04:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Dihat îdiakirin ku serpel Nûrî Melîh Bozkurt bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da ye. Lê belê bi dîmenan aşkera bû ku ne li nexweşxaneyê lê li Zapê hatiye kuştin.  Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Li gel ku Tirkiye di şer de teknîka herî pêşketî ya NATO’yê, bi dehhezaran leşkeran, komên paramîlîter ên ji Sûriyeyê anîn, hêzên girêdayî PDK’ê û cerdevanan bi kar tîne jî heta niha tu pêşketineke wê di şer de çênebûye. Artêşa tirk di şer de windahiyên mezin dide. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê her roj bîlançoya pevçûnan parve dike. Lê belê li gel ku pir windahiyan didin jî artêşa tirk derheqê şer û wihdaniyan de agahiyên manîpulatîf parve dike.    Li şûna Wezareta Parastinê, Walîtiya Colemêrgê di 30’ê gulanê de daxuyaniyek da û da zanîn ku çawişên pispor Hasan Çatal, Îslam Sancak û Muhammed Serttaş di pevçûnên 27-30’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dane.    ÎDIA KIRIN KU LI NEXWEŞXANEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA YE    Di demên piştre de jî hat ragihandin ku di heman pevçûnan de efserê bi navê Nûrî Melîh Bozkurt jî bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ye.    CENAZEYÊ WÎ DANÎN CIHEKÎ KU LEŞKER BIKARIN BIBIN    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê; dîmenên Bozkurt ên piştî ku li Zapê hatiye kuştin hatin weşandin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 30’ê gulana 2022’yan de ragihandibû ku di sibeha 29’ê gulanê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera hêzên wan û leşkerên tirk de şer qewimî ye û ev agahî dabûn: “Hêzên me dîtin ku leşkerên dagirker nedixwestin bi pêş ve biçin û bi efseran re nîqaş dikirin. Efserên dagirker piştre koma ji 4 kesan pêk dihat ber bi çeperên şer ve şandin. Hêzên me li derdora çeperên şer ev hêz xistin bin kontrola xwe û bi sabotajê lê dan. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran û xistin bin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin, malzemeyên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatin îmhakirin. 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola hêzên me de man."   Bi domdarî HPG’ê got ku dema endamên wan diçin ser cenazeyan leşkerek hêj sax bû û navê wî jê dipirsin û ew jî dibêje Melîh e. Her wiha HPG’ê da zanîn ku wan cenaze danîn cihekî wisa ku artêşa tirk bikare wergire.