Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin 2022-06-26 15:37:50 WAN - Rayedarên gumrikê yên Îranê dest danîn ser wesayît û pasaportên 16 barkêşên kurd. Barkêşan da zanîn ku konsolosxaneya Tirkiyeyê alîkariya wan nake û wiha gotin: “Hem ji hêla madî û hem jî ji hêla derûnî ve rewşa me gelek nebaş e.”  16 barkêşên kurd ên ku di 1’ê hezîranê de çûyîn Îranê, ev nêzî meheke tên mexdûrkirin. Barkêşên ku di navbera 3 û 4’ê hezîranê de li Tehranê ji Febrîqeya Rûn a Behremê barên xwe hilgirtin ber bi Bendergeha Mêrsînê ve ketin rê û ji bo kar û barên gumrikê hatin navçeya Saveyê. Rayedarên gumrikê yên ku ji bo lêkolînê çendek mînakên berheman wergirtin, bi hinceta “xerabe ne” û “qaçax in”, wesayît dîsa şandin febrîqeyê.    DEST DANÎN SER PASAPORT Û WESAYÎTÊN WAN   Li gel ku rayedarên febrîqeyê qaseyên ku berhemên hatine şandin tê de bûn mohr jî kirine, pirsgirêka barkêşan nehat çareserkirin û careke din hatin mexdûrkirin. Heta 15 rojan barên wan nehatin valakirin û piştî berteka barkêşan ev bar hatin valakirin. Li ser vê yekê rayedaran hem dest danîn ser wesayîtên barkêşan û hem jî pasaportên wan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, barkêşan serî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê dan. Lê belê nehiştin ku bi rayedaran re hevdîtinê bikin û pirsgirêka wan nehat çareserkirin.    ‘EM PERÎŞE BÛNE’   Ji barkêşan Ferzende Şen anî ziman ku ev 30 sal in karê barkêşiyê dike û wiha bertek nîşan da: “Em perîşe bûne. Me barê xwe ji febrîqeyê girt û li vê derê hate mohrkirin. Me serî li konsolosxaneyê da lê ji bo me nebûn alîkar. Dibêjin ku divê hûn temînateke mezin bidin wê demê em dikarin we berdin. Sûcekî me nîne ji ber ku em tenê barkêş in. Hem ji hêla madî û hem jî ji hêla derûnî ve rewşa me gelek xerab e. Ev meheke em tên mexdûrkirin. Kesek dengê xwe nake û em dixwazin rayedar xwedî li me derkevin.”