Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê 2022-06-26 15:44:58   ÎZMÎR - Dayika Hedla Aksu hêj wefat nekirî got ku daxwaza wê ya dawî dîtina kurê xwe yê girtî ye. Lê di serê sibehê de bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da û hate definkirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku pereyê dihat xwestin nedaye, nehiştin Abdulkadîr Aksu beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe.    Dayika girtiyê bi navê Abdulkadîr Aksu ku li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Hedla Aksu (84) li Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê jiyana xwe ji dest da. Girtî Aksu jî xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê destûr nehat dayîn.    Daxwaza dawî ya dayika Hedla ew bû ku kurê xwe yê girtî bibîne. Ji bo ku ev daxwaza dayikê bihata qebûlkirin diviyabû nexweşxaneyê derheqê rewşa giran a dayikê raporek amade bikira û ji dozgerê girtîgehê re bişanda û wî jî destûr bidaya. Lê belê ji ber ku nexweşxaneyê ev rapor amade nekir, dayika Hedla bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir.    NEKARÎ DAYIKA XWE BIBÎNE   Malbata Aksu ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê bibe li girtîgehê geriyan û rêveberiya girtîgehê jî ev bersiv da: “Heke Abdulkadîr Aksu ji bo şînê 3 hezar 500 TL’an bide, dikare beşdar bibe.” Li ser vê yekê malbatê xwest pereyan bişîne lê belê vêcarê jî bi hinceta ku roja yekşemê ye, ev daxwaz hate redkirin. Rêveberiya girtîgehê got ku heke di danê sibehê de pere were razandin, dê destûrê bidin.    Piştî ku destûr ji Abdulkadîr Aksu re nehatiye dayîn, cenazeyê dayika wî Hedla Aksu li Goristana Çirpi ya Navçeya Torbaliyê hate definkirin.    Malbat, serxweşiyan li mala şînê ya li navçeya Torbaliyê qebûl dike.