Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne 2022-06-26 16:41:28   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Malbatê diyar kir ku dê rojek were û hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Bi mebesta ku kujer bên girtin û darizandin, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 475’an de jî berdewam kir. Ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de naxebite, malbatê nobeta xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Nobeta me ya heq û hiqûqê di roja 475’an de berdewam dike. Rojek dê were û hemû kes dê cezayê vê bêhiqûqiyê bikişîne.”