Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin 2022-06-26 17:49:24   COLEMÊRG - Hate diyar kirin ku helikopter gundên li herêma geliyê Dirîyan a girêdayî navçeya Geverê bêserûber bombe û gulebaran dikin.   Îro di saetên serê sibê de li herêma geliyê Dirîyan a gundê Şîşemzîn, Xurekana Temo û Xurekana Seyîda yên navçeya Gevera Colemêrgê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin ku piştî destpêkirina operasyonê gundên heremê ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û nahêlin gundî ji malên xwe jî derkevin. Her wiha hat zanîn ku bi destpêkirina operasyonê gelek wesayîtên zirxî sewqî heremê hatine kirin û bi helîkopteran Çiyayê Astenga Reş û zozanên derdorê bêserûber tên bombe û gulebaran kirin. Hat diyarkirin ku gundî û paleyên çûne zozanên gund giya dirûnê, leşkeran bi zordestiyê ew ji heremê derxistine û heqaret li wan kirine.   Her wiha di dîmênên ku me bi dest xistine de xuya dike ku 3 helîkopter bi nêzî erd difirin û wisa gule û bomberbaranê dikin. Êrîş hêj jî berdewam dike û gundî jî di bin dorpêçê de ne.