ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da 2022-06-26 18:46:33   AMED - ATK’ê careke din ji bo girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê 27 sal in di girtîgehê de ye rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da.    Mehmet Emîn Ozkan ê yek ji 38 girtiyên di lîsteya girtiyên nexweşên giran ên divê bilez bên berdan de cih digire bi hinceta sûîqesta tuxgeneral Bahtiyar Aydin 27 sal in girtî ye. Ji bilî 5 caran Ozkan di girtîgehê de krîza dil derbas dike, nexweşiyên wî yên weke guatira bijehr, helîna hestiyan, kêm dîtin û bihîstin û windabûna hiş hene. Ozkan ê ji dehan zêdetir nexweşiyên wî hene, piştî hefteya derbasbûyî aciz bû hate xwestin ku sewqî nexweşxaneyê were kirin. Lê Ozkan ê tevî pîrbûna xwe, êşên ji ber nexweşiyên xwe dikişîne û hemû raporan nayê berdan, nexwest biçe nexweşxaneyê.    Ozkan ê piştî parêzerên wî bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hevdîtin kirin sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin, rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dane wî. Piştî vê raporê Ozkan hefteya borî jî careke din sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin. Piştî kirariyên li vê derê Ozkan careke din birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. ATK’ê careke din rapora “dikare di girtîgehê de bimînin” da Ozkan.    Ahmet Ozkan ê bi bavê xwe re di heman odeyê de dimîne û refaqetê jê re dike, di axaftina bi telefonê de ragihand ku ATK’ê derbarê bavê wî de careke din rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye.    RAPORA NEXWEŞXANEYÊ YA OZKAN?   Di rapora Şandeya Psîkiyatrî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl de bal kişand ser nexweşiya demansê û ev agahî hatin dayîn: “Psîkologê girtîgehê dibêje ku Ozkan nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne, nikare tenê biçe tuwaletê  û ji bîr dike.” Di nivîsên çavdêriyê yên Şandeya Norolojiyê de jî hate diyarkirin ku nexweş bêyî alîkarî nikare bijî û di rapora Şandeya Kardiyolojiyê de jî hate diyarkirin ku nexweşiya Ozkan a kapaxê dil heye.    NEXWEŞIYA DIL KU BIBE SEDEMÊ MIRINA JI NIŞKA VE   Di beşa teşhîsê de jî hate diyarkirin ku nexweşiyên Ozkan ên hîpertîroîdî ku weke guatira bijehr tê zanîn, hîpertansiyon a xebatên wî yên rojane sînordar bike, nexweşiya dil a koroner arter (KAH) ku dibe sedemê mirina ji nişka ve, dîsa nexweşiya qepax a dil û di asta duyemîn de nexweşiyên gurçikan hene.    RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’    Di raporê de bal kişandin ser temenê Ozkan û hate desnîşan kirin ku Ozkan timik nexweş e û pêwîst dike cezayê bê taloqkirin. Hate diyarkirin ku heke Ozkan di girtîgehê de bimîne xetereya jiyanî dê hebe û divê cezayê wî salekê bê taloqkirin.