Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin 2022-06-26 19:52:43   ENQERE - Di Kongreya Mezin a TTB’ê de hilbijartin bi dawî bû. Di hilbijartinê de heman rêveberî hate hilbijartin.    74’emîn Kongreya Mezin ku rêveberiya salên 2022 û 2024 a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) were diyarkirin bi hilbijartina hate kirin bi dawî bû. Hilbijartina ku Koma TTB’ê ya Etkîn û Demokratîk, Koma Bijîşkan a Hemdem û Koma Yekitiya Bijîşkên Serbixwe ketinê, Koma TTB’ê ya Etkîn û Demokratîk ku rêveberiya niha jî di nav de bû qezenç kir.    Di lîsteya Koma TTB’ê ya Etkîn û Demokratîk de Şebnem Korûr Fîncanci, Fîlîz Çagla Ûyanûsta Kuçuk, Nûrsel Şahîn, Adalet Çibik, Vedat Bûlût, Kazim Dogan Erogûllari, Onûr Nacî Karahanci, Alî Îhsan Okten, Alîcan Bahadir, Aydin Şirîn û Ahmet Karer Yurtdaş cih girtin.    Di lîsteya Konseya Navendî ya Bijîşkên Serbixwe jî Alî Abdûrrezak, Alî Coşkûn, Ayşe Fîlîz Yavûz, Eyup Çetîn, Kazim Şahîn, Lutfu Tiyeklî, Muhammed Çagatay Engîn, Orhan Erzûrûm, Rifki Karabatak, Semîh Ûşaklioglû, Yûnûs Emre Çakir cih girtin.    Di lîsteya Konseya Navendî ya Koma Bijîşkên Hemdem de jî Ahmet Riza Guner, Cemîla Meral Alten, Ercan Kuçukosmanoglû, Gazî Zorer, Gokhan Gedîklî, Gokhan Onem, Huseyîn Can Erturk, Mete Baybûrtlû, Nûrşîn Kaynarca Kulcu, Riza Hakan Erbay, Saît Egrîlmez cih girtin.