Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin 2022-06-27 09:02:18   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên faîlên Mahsûn Mizrak û Enes Ata de hatiye dayîn bê pejirandin.    Di 24'ê adara 2006'an de li bejahiya Şenyayla ya Mûşê 14 PKK'î bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî cenazeyên PKK’iyan anîn Amedê di 28’ê Adarê 2006’an de çalakî destpêkirin û zarokên bi navê Enes Ata (8) û Mahsûn Mizrak (14) di van çalakiyan de bi guleyên polisan hatibûn kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên faîlên Mahsûn Mizrak û Enes Ata de hatiye dayîn bê pejirandin. Têkildarî çalakiyên ku weke “Bûyerên 28’ê Adarê” tên zanîn û 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de tenê têkildarî mirina Ata û Mizrakli cuda cuda doz hatin vekirin.    Derbarê polîsan Hayrettîn Akar, Bîlal Ozkara û Nûrî Ozgenç de bi sûcê “bi zanebûn bû sedemê mirina” Mizrak di 3’yê mijdara 2009’an de îdîaname hate amadekirin. Piştî ku îdianame di heman rojê de hate qebûlkirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hate vekirin. Têkildarî mirina Enes Ata jî derbarê heman polîsan de di 22’yê mijdara 2013’an de doz hate vekirin. Doz di 9’ê kanûna 2013’an de kirin yek.    DELÎL HATIN TUNEKIRIN   Dema darizandin didomiya delîlên ku ji emaneta edlî re hatibûn hiştin hatin tunekirin. Fîşeka gazê ku bû sedemê mirina Enes Ata winda bû. Derket holê ku şûna fîşeka gazê ku bi serê Mahsûn Mizrak ket û bû sedemê mirina wî fîşeka çifteyê danîne şûna wê û hemû axaftinên têlsizan yên hatine kirin hatine îmhakirin. Pişt re di lêpirsîna têkildarî tunekirina delîlan de hatiye vekirin, biryara neşopandinê hate dayîn. Dema doz berdewam dikir, malbatan ji ber lêpirsîneke bê bandor nayê kirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî biryara binpêkirinê da. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza di 26’ê nîsana 2018’an de encam girt de derbarê polîsên bersûc de ji kêmbûna delîlan cuda cuda biryara beraetê da.    ÎSTÎNAFÊ JI ÛSÛLÊ XERA KIR   Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê ji ber di dema bûyerê de xwişk û birayên Mizrak, Cigerxwîn, Derya û Denîz nereşît  bûn û tev li dozê nehatibûn kirin doz ji ûsûlê xera kir. Di doza li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji nû ve hate dîtin de dadgehê di 10’ê Cotmeha 2019’an de derbarê polîsên bersûc de ji nû ve cuda cuda biryara beraetê da. Parêzeran dosya dîsa birin Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê. Îstînafê vê carê biryara beraetê pejirand.    DOZGER XWEST BERSÛC BÊN BERAETKIRIN   Li ser Dadgeha îstînafê biryara beraeta polîsên bersûc Hayrettîn Akar, Bîlal Ozkara û Nûrî Ozgenç pejirand parêzerên malbatan doz bir Dadgeha Bilind. Di dema 1’emîn Daîreya Cezayê ya Yargitayê dosya lêkolîn dike de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên bersûc de hatiye dayîn bê pejirandin. Dadgehê xwest polîsên bersûc li gorî xala 302/1’an a CMK’yê biryara beraetê were pejirandin.