Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me 2022-06-27 09:03:59 AMED - Dayika Medenî Yildirim ku di dema şermezar kirina çêkirina kalekolên li navçeya Licê de bi gule berdana leşkerekî hatibû qetilkirin, Fahriye Yildirim wiha got: “Ceza nadin kesên kurê min qetil kirin, ceza didin me û naxwazin em biaxivin.”   Di 28'ê hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê xelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Tevî rapora pêş lêkolînê ku piştî qetilkirina Medenî Yildirim ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karê Hundir ve hate amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Lijneya Teftîşê hate kirin jî Serdozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna têkildarî bûyera dihat rêvebirin de biryara bêpeywîrtî da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.  PIŞTÎ DU SALAN KEŞF KIRIN   Di gulana 2014’an de dîmenên aydê kuştina Yildirim ên cihê bûyerê jî derketin holê lê piştî du salan li cihê bûyerê keşf hate kirin. Îdianameya piştî keşfê hate amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin. Dû re derbarê leşker Adem Çîftçî yê gule berda de bi sûcê “di bin tehrîka neheq de bi zanebûn gule berda û bû sedemê kuştinê” doz hate vekirin. Di doza hate dîtin de tevî hemû delîlan û îfadeyên bi nakok ên bersûc jî dadgehê di danişîna 6’emîn a di 8’ê Mijdara 2016’an de hate dîtin, derbarê faîl de biryara beraetê da.    JI LEŞKERÊ FAÎL RE BERAETA DÛYEMÎN DAN   Parêzeran li dijî biryara beraetê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê bi yek dengî doz xera kir û dadgeha herêmî jî di 21’ê Kanûna 2017’an de ji nû ve dest bi darizandinê kir. Di danişîna di 8’ê Tîrmehê de hate dîtin de dadgehê bi hinceta Yildirim bi gule berdanê jiyana xwe ji dest daye, li cihê bûyerê gelek kalikên vala hatine dîtin û berika fîşekê ku bûye sedemê mirina Yildirim nehatiye dîtin, nehatiye tespîtkirin ku gule ji kîjan çekê derketiye û ji ber vê yekê cara duyemîn biryara beraetê da. Parêzeran li dijî biryarê dîsa serî li dadgeha îstînafê dan û îtîraz kirin.    LI BIRAYÊ WÎ JÎ CEZAYÊ ‘HEQARET LI ERDOGAN KIRIYE’ BIRÎN   Biryara beraetê dan faîlên Medenî Yildirim. Li birayê wî Mehmet Yildirim jî bi hinceta “Heqaret li Erdogan kiriye” salek û 2 meh cezayê hefsê hate birîn.    RESMÊ KU KURÊ WÊ XÊZ KIRIYE VEDIŞÊRE   Fahriye Yildirim a di 9’emîn salvegera kurê xwe de qala wî kir, resmê ku hêj Medenî 9 salî bû xêz kiribû û di Roja Dayikan de diyarî wê kiribû di çarçoveyekê de vedişêre. Dayik Yildirim bi lêv kir ku zarokatiya Medenî hêj li ber çavên wê ye û anî ziman ku dema kurê wê ji ezmûnên zanîngehê re xwe amade dikir di dema şermezarkirina kalekolan de hate qetilkirin.    ‘ME HÊJ DI SERÊ DOZÊ DE FÊM KIR KU DÊ BERAET BIKIN’   Dayik diyar kir berî ku kurê wê Yildirim were kuştin li birayê xwe yê biçûk geriyaye û piştî jê re gotiye “Ev der tevlihev dibe, heke tu û dayik nehatibin, neyên” telefon hatiye girtin û piştî 4 saniyeyan hatiye qetilkirin. Yildirim, da zanîn ku kurê wê bi guleyeke ji nîzamiyeya leşkerî hate berdan hate qetilkirin û wiha qala doza di encama zextên mezin hate vekirin kir: “Kesên ku kurê min kuştin qebûlnekirin ku ew qetilkirine. Danişîna ewil di 2 deqiqeyan de bi dawî bû. Danişîna duyemîn jî 5 deqîqeyan berdewam kir. Me hêj di serê dozê de fêm kir ku wê doz bi beraetê encam bigire.”   BI BÊCEZATIYÊ ENCAM GIRT   Yildirim, bi lêv kir ku hêvî dikin ku bi biryara xerakirinê ya dadgeha îstînafê wê faîl bên cezakirin û wiha berdewam kir: “Ev darizin jî bi bêcezatiyê encam girt. Kesên ku kurê min kuştin mafdar derketin, ji ber em axivîn em neheq hatin îlankirin. Li dijî me her tim fîrewn hene. Naxwazin em biaxivin. Hemû kesên dizî û bênamûsiyê dikin tên berdan ji ber ku em axivîn ceza li me birîn.”   Yildirim, destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne û anî ziman ku wê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).    ‘EM QET JI BÎR NAKIN’   Dayik Yildirim, bi bîr xist ku di 6’êmîn salvegera kuştina Medenî Yildirim de kêlên gora wî hatin şikandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me Medenî ji bîr nekir, em ji bîr nakin jî Çiqas wext derbas bibe bila derbas be êşa wî her sal mezin dibe, em ê qet ji bîr nekin.”   MA / Mujdat Can