Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê 2022-06-27 11:52:35   AMED - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de 3 kes hatin binçavkirin. Polîsan ji ber vê lêpirsînê avêt ser avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî.     Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin, polîsan vê sibehê avêtibû ser avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê. Her wiha polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de avêt ser avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûra Amedê. Polîsan deriyên avahiyê şikand û ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtinê de hard dîskek, computerek ser maseyê laptopek, pirtûk û ewraqên fermî desteser kirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê Mehmet Sarûhan, Îlyas Arzû û Emetullah Akçaray di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku wê binçavkiriyan ji Amedê bibin Edeneyê.