Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin 2022-06-27 12:56:43   AGIRÎ - Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin diyar kir ku dema ew birine revîrê 20 gardiyanan qasî 2 saetan îşkence li wî kirine û xwest parêzer serdana girtîgehê bikin.     Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê tê ragirtin diyar kir ku dema ew birine revîrê 20 gardiyanan qasî 2 saetan îşkence li wî kirine. Kaya yê ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, tiştên jiyan wiha vegotin: “Bila herkes bizane ku li Girtîgeha Panosê îşkence heye. Îşkenceya ku li min kirin li ber çavên bijîşkê revîrê kirin. Em dixwazin parêzer bên serdana girtîgehê û tiştên diqewimin bibînin.” Li aliyê din malbata Kaya banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan kir.