Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin 2022-06-27 14:57:05   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a beriya 5’emîn Kongreya Giştî ya Awarte ya partiya xwe serdana DÎSK’ê kir, bi lêv kir ku têkildarî biryarên di kongreyê de bên wergirtin hatine cemhev û bal kişand ser girîngiya têkoşîna bi hev re.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pê re, di çarçoveya 5’emîn Kongreya Awarte ku dê di 3’yê tîrmehê de bê lidarxistin de ji bo dan û stendina fikran bikin serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir. Di hevdîtina li Navenda Giştî ya DÎSK’ê pêk hat de Bûldan, Cîgirên Hevserokên HDP’ê Şaziye Kose û Garo Paylan û parlamenter Oya Ersoy cih girtin.    Bûldan a Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ew pêşwazî kir axaftineke kurt kir. Bûldan, diyar ki ku ji bo pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê biaxivin serdana DÎSK’ê kirine.  Bûldan, da zanîn ku hemû krîzên li welat girêdayî pêvajoya siyasî ne, di serdemeke wisa de diçin kongreyê û wiha got: “Beriya kongreya xwe ya em ê di 3’yê tîrmehê de li Enqereyê pêk bînin, em serdana sazî, dezgeh, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin. Ji bo em ê di kongreyê de çi biaxivin, kîjan biryaran bigirin û kîjan peyaman bidin diyar bikin li vir in.”   'EM MECBÛR IN BI HEV RE TÊBIKOŞIN'   Bûldan, diyar kir ku desthilat nikare qeyranê çareser bike û wiha berdewam kir: “Elbet li bende mayîneke mezin ji muxalefetê heye. Em dizanin ku desthilat nikare krîzê çareser bike lê bende mayînek heye ku muxalefet jî di vê mijarê de bikeve nava hewldanên girîng û têbikoşe. Li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê derketiye se 20 hezarê. Ji ber vê yekê heke destheqê asgarî bi awayekî kêm bê zêdekirin wê ne bi kêrî karker ne esnaf ne jî kedkaran were. Em ê van niqaşan di platformên cuda de bînin ziman. Ji ber em dizanin wê ji civîna lijneya wezîran a îşev tiştek dernekeve, em mecbûr in bi hev re têbikoşin.”    'JI BO LI WELATÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN EM Ê LI CEM HEV BIN'   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî bi lêv kir ku Tirkiye di pêvajoyeke zor de derbas dibe û wiha got: “Rewşa destheqê asgarî û hemû destheqan di holê de ye. Mafên sendîkal û civakî di bin zexteke cidî de ne. Em ji bo destheqê asgarî were zêdekirin, zem paş ve bên girtin, barê bacan ê li ser fatureyan bê rakirin têdikoşin. Weke çîna karkeran yekane rêya ku em nanê xwe biparêzin heye ew jî rêxistinkirî û sendîkayî bûne. Ji ber wê yekê em ji bo astengiyên pêşiya mafên sendîkayî bên rakirin têdikoşin. Ji ber vê yekê em dem bi dem partiyên siyasî yên li Meclîsê ziyaret dikin. Me pêşniyarên DÎSK’ê jî bi wan re parve kirin. Em ji bo li ked û nanê xwe xwedî derkevin, ji bo li welatê xwe xwedî derkevin em ê bi hev re bin û li cem hev bin.”     Serdan piştî axaftinan ji çapemeniyê girtî berdewam kir.