ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin 2022-06-27 17:04:20   STENBOL - Endamê Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Umît Bîçer ê têkildarî “Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê” axivî, bi lêv kir ku desthilat kesên îşkenceyê dikin diparêze û necezakirin tê mayîndekirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî “26’ê Hêzîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê” li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê, cîhaneke bêîşkence pêkan e!” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de dowizên “Cîhaneke bê îşkence mumkun e” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” , “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Parazvan û nûnerên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    LI GORÎ QANÛNAN ÎŞKENCE ‘QEDEXE’ YE   Bîçer, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1988’an de “Peymana Li Dijî Îşkenceyê” qebûl kiriye û wiha got: “Di Makeqanûn û Qanûna Ceza de tê diyarkirin ku îşkence qedexe ye. Mixabin li welatê me ne tenê serdemên eskerî di dîroka komarê de jî weke pratîka dewletê îşkence û mûameleya nebaş bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Di encama tarzê rêvebirina destihilatê de di roja me de welatê me bûye cihê îşkencexaneyê.”   Bîçer, diyar kir ku îşkence û qedexe pirsgirêkên mafên mirovan ên sereke yên Tirkiyeyê ne û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên necezakirinê û yên weke wê, pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş ên di navenda binçavkirinên fermî de berdewam dikin. Desthilat polîsan ceza nake kontrol nake û ji nedîtive tê.”   YÛSÛF BÎLGE  TÛNÇ 3 SAL IN WINDA YE   Bîçer, bi lêv kir ku ji sala 2016’an ku OHAL hatiye îlan kirin ve hejmara mirovên tên windakirin zêde dibin, ev rewşeke bifikar e û wiha berdewam kir: “Ji Yûsûf Bîlge Tûnç ê di 6’ê Tebaxa 2019’an de hatiye revandin agahî nayê girtin.” Bîçer, anî ziman ku girtîgeh bûne cihê îşkenceyê û got: “Li girtîgehan li dijî girtî û hikumxwaran di pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş de zêdebûnek heye.”    ‘ÎZOLASYONA LI ÎMRALIYÊ FIKARÊN CIVAKÊ ZÊDE DIKIN’   Bîçer, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha pê de çû: “Dîsa weke ku di Komîteya Pêşî Lêgirtina Mûameleya Li Dijî Mirovahiyê û Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de jî cih dayê, nayê qebûlkirin û ev îzolasyon fikarên civakê zêde dikin.”   ‘NECEZAKIRIN TOMAR KIRIN’   Bîçer, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên desthilata AKP’ê di raporên saziyên mafên mirovan de cih digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata siyasî mekanîzmayên navnetewî, rexneyên tên kirin û hişyariyan berçav nagire û ji bo pêşî li îşkenceyê bigire tu başbûna nake. Berovajiyê vê li dijî qanûnên îşkenceyê guhertinan çêdike û necezakirinê tomar dike. Muxatabê ewil ê îşkenceyê dewlet e.” Bîçer, daxwazên xwe rêz kirin û diyar kir ku hemû civak ji pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsyar e. Bîçer, da zanîn ku weke ÎHD û THÎV li dijî îşkence, tirsan, her tim dê li cem kesên îşkence li wan tê kirin bin û têkoşîna xwe ya li dijî necezakirinê dê berdewam bike.    DESTNÎŞANKIRINA TUNDIYÊ   Nûnerê Şaxa TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî bi lêv kir ku desthilat tundiyê li civakê dike û wiha got: “Desthilata bi tundiyê bi rêxistin dibehewl dide civakê dîsîplîne bike. Em weke ÎHD û TÎHV em li cihê ku binpêkirin, êş û elem lê hene ne.”