ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-28 09:00:01   * Xizmên kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, diyar kirin ku mexdûr tên darizandin û gotin, lê dê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.    * Ayşe Keleş, xwişka kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn, di telelefonê de ji hevjînê xwe re gotiye, polîsên ku li Meramê ji bo parastinê li ber xaniyê birayê wê Mehmet Altûn hatine peywirdarkirin xanî bi 550 hezar TL'yî stendine.    * Makbûle Ozer a 80 salî ku tevî hevjînê xwe hat girtin û ji ber nexweşînan her roj wê radikin nexweşxaneyê, 51 roj in di girtîgehê de ye. Malbata Ozerê ji bo bidawîbûna îşkenceyê bang kir.    * Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk, dê xebatên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo girtiyên nexweş bike rapor.    * 97 sal in cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî nayê zanîn. Kasim Firat, neviyê Şêx Seîd, destnîşan kir ku dewlet gorên kesayetên kurd veşartine û dîroka mirina wan jî li gor xwe diyar kiriye û wisa berpêşî civakê kiriye.    * Li gundê Xanika Jêr a bi ser navçeya Çinarê ya Amedê ve bi salane av tune ye. Tevî ku li gund av tune jî DÎSKÎ'yê ava Xanika Jêr ji bo turistan da Keleha Zerzewanê. Şêniyên gund jî ji ber pirsgirêka avê û plansaziya binesaziyê bi gilî û gazinde ne.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 477'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza ferdên malbatên Altun û Keleş ku êrişî 7 ferdên malbata Dedeogullari kirin û birîndar kiribûn dê li Dadgeha Konyayê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00)    * HDP, dê komcivîna xwe ya li Meclisê li dar bixe. (13.00)    * ÎHD dê rapora şopandina maf a girtîgehên Tirkiyeyê ya sala 2021'an li navenda xwe eşkere bike. (13.00)   * ÎHD û TÎHV dê bi boneya Roja Piştevaniya Kesên Hatine Îşkencekirin û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê li ber avahiya ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00)   * Hewldana Ji bo Roboskî Edalet dê di meha 126'emîn a Komkujiya Roboskî de liber ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Medenî Yildirim ê 9 sal berê li navçeya Licê di xwepêşandana li dijî çêkirina kalekolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, dê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê bê bibîranîn. (17.00)