‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin' 2022-06-28 09:01:21   STENBOL - Xizmên kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, diyar kirin ku mexdûr tên darizandin û gotin, lê dê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.    Di Doza Komkujiya Pirsûsê de dadgehê di 22'yê cotmeha 2021'ê de li bersûc Yakûp Şahînê girtî 34 caran cezayê muebeda giran birîbû û daxwazên malbatan û parêzerên wan jî red kiribû. Malbat û parêzer jî îtiraz kiribûn. Ji ber vê îtirazê dadgehê giliyê 10 kesan kiribû. Bi gilîkirinê re Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Çagla Seven û Koray Turkayê li Pirsûsê birîndar bûbûn û ji malbatên kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn Fetî Aydin, Sûltan Yildiz, Mehmet Ozkan, Ozgen Sadet, Yûsûf Yûrtgul û Yasemîn Boyraz û parêzer Sezîn Ûçar de bi îdiaya "gefxwarin û heqaretkirinê" lêpirsîn da destpêkirin. Malbatan û birîndarên Pirsûsê di çarçoveya lêprisînê de li bajarên xwe çûn qereqolê û îfade dan.    Çagla Seven a di komkujiyê de birîndar bûye û Mehmet Ozkan, bavê Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, têkildarî lêpirsînê axivîn.      Seven diyar kir ku bi vê komkujiyê re aştî, aramî û biratiya civakê hedef hatiye girtin û got, hê jî bandorên wê teqîna tirsnak didomin. Seven, bilêv kir ku tiliya dewletê di vê komkujiyê de heye û ji bo pêvajoya darazê got: "Lewma ji serî heta dawiyê edaletê rû neda."    Seven destnîşan kir ku bersûcê komkujiyê ne kesek tenê ye û ew dixwazin kujer bên dîtin û edalet pêk bê. Seven bi lêv kir ku ne kesên ku komkujî pêk anîne, malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di komkujiyê de birîndar bûne tên darizandin û wiha axivî: "Ji dêvla kiryar û kujeran kesên diçin dadgehê tên krîmînalîzekirin. Jixwe ev yek hê di destpêkê de kifş bûbû. Doza vê komkujiya ku li hemberî civakê hat kirin ne bi cidiyet, wekî tiştekî li hemberî komek ciwanên çepgir hatibe kirin hat lansekirin. Lê dîsa jî baweriya me ya ji bo edaletê neşikiya, me xwest em pê bawer bin."    Seven bi lêv kir ku bi vî awayî bidawîbûna dozê qebûl nakin û bal kişand ser lêpirsîna derheqê wan de. Seven anî ziman ku di danişîna dawî de heyeta dadgehê nehiştiye ne ew ne jî parêzer biaxivin û ji ber ku bertek nîşan dane derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    MEXDÛR TÊN DARIZANDIN   Seven diyar kir ku di dosyeyê de yên mexdûr ew in lê taliyê yên tên darizandin jî ew in û wiha got: "Wan sendeliyên bersûcan ên vikîvala bi mexdûran tije dikin. A rast ji ber ku me bertek nîşanî bêedaletiyê da em tên darizandin. Me bu tu awayî heyeta dadgehê hedef negirtiye. Ma em ê çawa gefê lê bixwin?"    ‘WELÊT KIRIN OTOBANA DAIŞÊ'   Seven di dawiya axaftina xwe de got: "Ger ev komkujî neyên zelalkirin em ê hemû bi talûkeye mezin re rû bi rû bimînin. Desthilat ji bo qoltixên xwe û bekaya xwe welêt veguherandin otobana DAIŞ'ê."    Seven destnîşan kir ku dê nehêlin ser vê dozê bi vî awayî bê girtin.    OZKAN: GAVEK JÎ NEAVÊTIN   Mehmet Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo dozê hatine redkirin. Ozkan bal kişand ser tiştên di danişîna biryardayînê de qewimîn û wiha got: "Herî dawî gava em çûn dadgehê, heyetê got 'Malbat, parêzer û temaşevanên di danişîna borî de axivîn bila neaxivin.' Armanca wan ser dozê bigirin. Me got, 'Hakim beg em 7 sal in tên. Piştî kurê min şehîd ket ez 7 caran emeliyat bûm. Nexweşîna dil, şekir û sinirê bi min re heye. Ev qas nexweşîn bi min re hene lê dîsa jî ez ji tu dadgehê nemame. Her cara diçim û têm pere deyn dikim. Ma em neaxivin dibe? Ez ji te dipirsim. Em ê biaxivin.' Gava min wisa got, dadger gazî eskeran kir ku me ji hêwana danişînê derxe. Bolûkek esker hat. Fîşek dan ber devê çekê. Ev dadgeha kîjan welatî ye, ev çi qanûn û edalet e. Ez vê ji wî dadgerî dipirsim. Li ku dera cîhanê tiştekî wiha heye? Em ev qasî mexdûr in, lê nahêlin em tevî pênûsekê jî têkevin hundir. Li ser me pênûs jî tune ye. Lê çi îşê ew qas esker li hêwana danişînê heye? 'Êdî kujer li van deran bi rihetî digerin. Dixwazin me jî bikujin.' Gava me wisa got, dadger wekî ku me jê re gotibe hereket kir."     Ozkan destnîşan kir ku heke dilê dewletê û zelalkirina vê komkujiyê hebûna dê dîmenên komkujiyê winda nekirana û kesên komkujî pêk anîne ji xwe re digerin.