Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan 2022-06-28 09:04:18 ÎZMÎR - Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk, dê xebatên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo girtiyên nexweş de bike rapor.    Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûkê ku di 9'ê Sibatê de li Îzmîrê li dijî binpêkirinênb mafan ên li girtîgehan hat avakirin, bênavber xebatên xwe didomîne. Platformê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya girtiyên nexweş de 5 hezar û 715 îmze berhev kiribûn û ew di 15'ê Hezîranê de bi rêya posteyê ji Wezareta Dadê re şandibûn. Her wiha platformê ji xeynî kampanyaya îmzeyan gelek çalakî jî li dar xistine.    Endama platformê Besriye Tekgur bal kişand ser nêzîkatiye dijmirovî ya li hemberî girtiyên nexweş û got: "Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê wan wan kelemçe dikin û wisa dibin. Wan bi ranzeyê ve kelemçe dikin. Dermanên wan nadin wan. Nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, lê wan dixin odeyên yekkesî."    MIRIN ZÊDE BÛYE   Tekgur destnîşan kir ku li girtîgehan zextên derûnî pir zêde bûne û wiha got: "Lêgerîna tazî li gritiyan ferz dikin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li girtîgehan nêzî 30 kes jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman rû didin, xwekuştin zêde bûye. Ev tişt fikaêrn me zêde dikin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û li cem malbatên xwe bên dermankirin.    RAPORÊN ATK'Ê   Bi domdarî Tekgur li ser raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî sekinî û wiha berdewam kir: "Nexweşîna Aysel Tûglûkê giran bûye. Lê hê jî ATK xwe li nedîtinê datîne. ATK li gor talîmata digire Tûglûk jî di nav de rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide hemû girtiyan. Em hemû dizanin tişta hatiye serê Tûglûkê pir giran e. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan nîqaş kir ku ji bo Tûglûkê cardin prosedura taloqkirina înfazê dane destpêkirin. Lê esas di vir de bar dikeve ser milê me. Divê em zorê bidin Wezareta Dadê, Serokkomartiyê û rayedaran ku girtiyên nexweş bên berdan."    DÊ SERDANA GIRTÎGEHAN BÊ KIRIN   Di berdewamê de Tekgur bilêv kir ku dê kampanyaya xwe ya îmzeyê bi xebatine nû bidomînin û armanca wan ew e ku rêxistinên civaka sivîl jî têxin nava liv û tevgerê. Tekgur di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di xebatên xwe yên li kuçeyan de bûne şahid ku haya gelek kesî ji tiştên li girtîgehan diqewimin tune ye û wiha axivî: "Ji lew re girtîgeh ji bo gel girtî ne. Lewma em ê piraniya xebatên xwe li kuçeyan bikin. Her wiha em ê tevî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û baroyan serdana girtîgehan bikin. Em ê agahiyên di van serdanan de bi dest ketine bikin rapor. Em ê van raporan jî ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re bişînin."    Tekgur da zanîn ku dê li ser medyaya sanal jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berbiçav bikin û bi taybetî jî dê odeyên sohbetê çêbikin û bi rêya van odeyan û tevlîbûna malbatan dengê xwe ragihînin.    BANGAWAZÎ   Tekgur Nobedên Edaletê yên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibîr xistin û got, tiştên diqewimin civakî ne û tenê ne kesên zarokên wan girtî divê tevahiya civakê li hemberî van pêkanînan rabe. Tekgur bi lêv kir ku heya ev pirsgirêk çareser nebin em ê têbikoşin û got: "Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li ber tiştên li girtîgehan diqewimin dengê xwe bilind bikin. Ji lew re garantiya tu kesî tune ye, dibe sibê her kes têkeve wan girtîgehan. Lewma divê her kes bibe dengê girtiyan."    MA / Delal Akyuz