Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin 2022-07-01 13:33:46 COLEMÊRG - Hat zanîn ku 2 cerdevanên di şerê li herêma Zapê berdewam dike de cih digirtin û winda bûbûn, di şer de hatine kuştin.  Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin berdewam dikin. Ji cerdevan Kemal Alîm yê ji gundê Aşûtê û Huseyîn Sari yê ji gundê Serêspî yên navçeya Çelê ya Colemêrgê ne û di 29’ê hezîranê de tev li êrişên Zapê hatine kirin, agahî nedihat girtin. Hate ragihandin ku her du cerdevanan di şerê li Zapê de hatine kuştin.    Hat ragihandin ku cerdevanên di şer de hatine kuştin ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve cenazeyê wan hatine wergirtin û anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Her wiha hat zanîn ku wê cenazeyên cerdevanan piştî karûbarên otopsiyê li gundên wan bên veşartin.