Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû 2022-07-01 16:31:26   ELIH/SÊRT - Li Sêrtê zaroka 14 salî bi awayekî guman ji şaneşînê ket û jiyana xwe jidest da, li Êlihê jî zaroka 16 salî di encama ketina şaneşînê de, bi giranî birîndar bû.    Li gel êrişên li dijî jin û zarokan dawî li mirinên bigûman jî nayên. Herî dawî nûçeyên du zarokên keç ên bi awayekî guman ji şaneşînên malên xwe ketine, hatin rojevê.    Roj nîne ku jin û zarok rastî êrişan neyên û di encamên van erişan de jiyana xwe ji dest nedin.    SÊRT   Li taxa Sumer a navçeya Misirca Sêrtê zaroka bi navê B.O. (14) ku bi malbata xwe re dima bi awayekî guman ji şaneşîna mala xwe ya li qata 7’an ket xwarê û piştî ku tîmên tîmên tenduristiyê, hatin cihê bûyerê û zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê. Hat zanîn ku zaroka keç jiyana xwe ji dest daye.    Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   ÊLIH   Hat zanîn ku li taxa Kultura Êlihê jî zaroka 16 salî ji şaneşîna mala xwe ya li qata 4’an ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye. Zarok bi ambûlansa ku hatiye cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Hat destnîşankirin ku zarok rakirine venêrîna awarte û rewşa wê giran e.    Hat zanîn ku derbarê vê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.