Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire 2022-07-02 15:37:21   SÊWAZ - Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cûma Erçe, di bîranîna 33 qurbaniyên Komkujiya Madimakê de axivî û ev tişt got: "2'ê Tîrmehê mîna îro ji bo anîna pergala yek zilamî pêk hat. Kesên ku bi desthilata îro re ne canê me şewitandin."   Li Sêwazê, 33 qurbaniyên Komkujiya Madimakê di salvegera 29'emîn hatin bibîranîn. Ji gelek deverên Tirkiyeyê bi hezaran kes berê xwe dan Sêwazê û di saetên serê sibehê de li ber derê şaxên Komeleya Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ên Sêwazê hatin gelhev. Malbatên qurbaniyên komkujiyê, ji HDP û CHP'ê jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li bîranînê bûn.    Ji ber derê her du komeleyan ber bi Otela Madimakê ve meş hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên 33 qurbaniyan hatin hilgirtin û navê wan hatin xwendin.    Her wiha di meşê de dûrişmeyên mîna "Duh di şer de îro li Sêwazê" , "Xelaskirina bi tena serê xwe tuneye ya tev bi hev re ya jî ne tu kes ji me" , "Wê ronahiya Sêwazê qet venemire" , "Kesên Sêwazê şewitandin AKP'ê ava kirin" û "Wê Otela Madimakê bibe muze" hatin berzkirin.    Di dawiya meşê de xizmên qurbaniyan qurnefîl danîn ber Otela Madimakê.    Di bîranînê de dildara Komeleya Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî Gamze Aktaş û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe axivîn.    Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cûma Erçe, di axaftina xwe de qala armanca êrişe kir û got ku dev ji baweriya xwe bernedane û ev tişt got: "Ev otel hê jî dişewite û ronî dibe. Biryarên dadgehên dewletê ji bo me di hikmê tunebûnê de ne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heta ku edalet pêk were em ê têbikoşin. Li otelê ne tenê 33 can laîkî, edalet, hiqûq û demokasî jî şewitîn. 2'ê Tîrmehê mîna îro ji bo anîna pergala yek zilamî pêk hat. Kesên ku bi desthilata îro re ne canê me şewitandin."   HEWLDANA NÎJADPEREST   Dema axaftina Erçe komeke nîjadperest li ber çavê polisan bi gotinên nîjadperest heqaret li kesên tev lî bîranînê bûn kir. Kesên tev li bîranînê bûn bi dûrişmeyan bertek nîşanî vê komê dan.    Bîranîn bi dûrişmeyan bi dawî bû.