Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê derqanûnî hatiye şopandin! 2022-07-05 13:24:44   EDENE - Îfade wergirtina 37 kesên di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin dest pê kir. Parêzeran, diyar kir ku polîsan kamera li komeleyê bi cih kirine û derqanûnî şopandine.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê daye destpêkirin de di 27’ê hezîranê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser hin malan de hatibû girtin. Di serdegirtina Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclîsa Partiyê Ahmet Yildiz jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Di dosyaya biryara “nepentiyê” li ser de ye 37 kes bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebat bi rêvebirine” tên sûcdarkirin.    Wergirtina îfadeya 37 kesan a li miduriyeta polîsan kom bi kom dest pê kir. Parêzeran, diyar kirin ku polîsan bi awayekî dijqanûnî du kamerayên veşartî li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê bi cih kirine û anîn ziman ku qeydên van kamerayan girtine di îfadeyê de hatine pirsîn. Dîsa hate diyarkirin ku wêneyên kesên ku ketina avahiya komeleyê û derketine hatine kişandin û bi awayekî teknîkî û fîzîkî hatine şopandin. Parêzeran bi lêv kirin ku dema îfadeyan de xebatên hunerî yên komeleyê jî weke “sûc” hatine pirsîn. Wergirtina îfadeya 37 kesan berdewam dike.    NAVÊN KESÊN DI BIN ÇAVAN DE    Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak, Şîrvan Aksoy û Tacettîn Başar.