Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 4’an 2022-07-05 13:28:00   BATMAN - Li Êlihê hejmaran kesên di serdagirtana malan de hatine binçavkirinê, derket 4’an.   Li Êlihê, duh di serdagirtina malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) Mûhammet Emîn Salman û Vedat Ozer hatine binçavkirin. Di serdagirtinên îro de jî ku hatin kirin welatiyên bi navên Alî Oguz û Mehmet Kartal jî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Êlihê tên ragirtin.     Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derbarê Kongreya Mezin a 5’emîn a HDP’ê de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine" daye destpêkirin, hatine binçavkirin.