Rapora Karahîsarê: Esker qisûrdar in, daxuyaniya walîtiyê dûrî rastiyê ye 2022-07-05 17:55:27   WAN- Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê guleberankirina wesayîta penaberan de dûrî rastiyê ye û yên qisûrdar jî esker in û gotin, divê lêpirsîneke bêalî û çalak bê kirin.    Di 3'yê Hezîranê de li Taxa Karahîsarli ya navçeya Seray a Wanê esker û cerdevanan wesayîta ku penaber tê de bûn gulebaran kiribûn û di gulebaranê de zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar bûbûn. Heyeta ku Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Mafên Zarokan a Paltforma Şaxên KESK'ê ya Wanê û Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê di nav da piştî vekolînên lic ihê bûyerê raporek amade kirin û rapora xwe li OHD a Şaxa Wanê bi daxuyaniyekê ragihandin.     Rêvebira OHD a Şaxa Wanê Mehtap Îşîk raporê xwend. Îşîk bûyerê bibîr xist û diyar kir ku li gor vekolînên heyeta wan, şahidan û wêne û dîmenên hatine girtin berpirs û qisûrdar kesên qaçaxçîtiya mirovan dikin û esker û polîsên rêyê kontrol dikin bi xwe ne.    Îşîk bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Wanê ya têkildarî bûyerê jî û got: "Eskeran nehiştiye heyeta me derbarê aqûbeta kesên di wesayîtê de agahiyan wergire. Nehiştin hevdîtin bi koçberên birîndar ên li nexweşxaneyê re bê kirin. Me xwest em têkildarî bûyerê bi Fermandariya Cendirmeyan re hevdîtinê bikin, lê daxwaza me nehat qebûlkirin. Gava mirov van xalan tîne cem hev du ev dertê holê; esker bi sifetê gumanbariyê daxilî bûyerê ne û ev yek fikara ku dê lêpirsîna edlî baş neyê kirin peyda dike."    Di dawiya raporê de hatiye xwestin ku kesênt iliya wan di vê bûyerê de divê bi sûcê "kuştina bi qesdî" bên darizandin û ji bo lêpirsîneke serbixwe û bêalî divê lêpirsîn rasterast bi destê dozger bê kirin û divê qereqolên ku tiliya eskerên wan di vê bûyerê de hene daxilî nava koma lêpirsînê dike neyên kirin.    Di dawiya raporê de jî hatiye destnîşankirin ku divê di warê tenduristiya koçberên birîndar de raya giştî bê serwextkirin.