Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin 2022-07-06 09:40:27   ENQERE - Xizmên windakiriyan ên beşdarî kongreya HDP’ê bûn bang li desthilatdariyê kirin û wiha gotin: “Her ku ew înkar dikin em zêdetir dibin. Gel, HDP’ê dixwaze. Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar xist. Ji her çar aliyên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Her wiha gelek kesên bûne mexdûrên desthilatdariyê û li mafên xwe digerin jî weke mêvan beşdarî kongreyê bûn. Mêvanan beşdariya xwe ya kongreyê û daxwazên xwe yên edaletê bi ajansa me re parve kirin.     Welatiya bi navê Fakîde Duman ji Îzmîrê hatibû kongreyê û ji ber polîtîkayên şer heta niha 3 zarokên xwe winda kirine. Duman, diyar kir ku HDP “Eynika gel e” û ji bo kesên dibêjin “Kurd tune ne” jî wiha got: “Bila lê binêrin û jixwe şerm bikin. Her ku ew înkar dikin em zêdetir dibin. Gel HDP’ê dixwaze. Gelek kes li HDP’ê digerin û dibêjin ‘gelo partiya me hêj heye.’ Di televîzyonan de dibêjin ‘tune bûne’ lê em tune nebûne. Her ku ew wisa dibêjin, em zêdetir dibin.”   ‘MÎNA MASIYAN DIPERPITIN’   Bi domdarî Duman anî ziman ku desthilatdarî ji wan ditirse û wiha pê de çû: “Êdî xelk nikare sîmîtekî jî bikire. Dibêje ‘min kurd xelas kirine’ lê Tirkiye tune kir. Ev kes nikare karê xwe bike û bila êdî biçe. Em ê hem karê wî û hem jî yê xwe bikin. Hilbijartin nêz dibe û wisa difikire ku bi girtinan dê HDP’ê xelas bike. Mîna masiya ku ava wê xelas dibe diperpitin. Lê gel di ferqa her tiştekî de ye.”    ‘EM NAXWAZIN MIROV BIMRIN’   Ummû Îşkiyan jî ji Kerboranê beşdarî kongreyê bû û dibêje ku ne şer lê aştiyê dixwazin. Di berdewamê de Îşkiyan wiha axivî: “Em naxwazin xwîn birije û bila aştî çêbibe. Em dixwazin êdî Rêbertiya me di nava gel de be. Em ji bo Rêbertî û girtiyên xwe li vê derê ne. Em naxwazin mirov bimirin. Em Rêberê xwe dixwazin.”     ‘JI HDP Û KURDAN DITIRSIN’    Têkildarî mijarê Fîdan Karadag ku ji Manîsayê beşdarî kongreyê bûbû jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo aştî û gelê xwe li vê derê ne. Dibêjin; ‘me kuştin, qediyan, HDP tune bû, li her deverê me ew tune kirin.’ Me jî got em werin vê derê da ku bizanin em neqediyane. Em hene, em tên înkarkirin, tên kuştin, gor, darbest û cenazeyên me tune ne. Dilê hemû dayikan bibirîne. Ji HDP û kurdan ditirsin. Heke kurd bibin yek dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Naxwazin em bilivin jî. Her tim têxin zindanan û dibêjin ‘me tune kirin.’ Ma çawa tune kirine. Baş e bila li vê derê binihêrin bê ka em tune bûne? Hêj gelekan jê nekarî werin jî nexwe hejmar hîn bêhtir bû.”    ‘DÊ LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ BIDOME’   Ferît Şenyaşar ku bav û du birayên wî di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûsê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin jî beşdarî kongreyê bûbû. Şenyaşar, da zanîn ku dê neheqiya li wan hatiye kirin li her deverê vebêjin û wiha qedand: “Min tevî dayika xwe dest bi vê têkoşînê kir. Niha bi milyonan kes vê têkoşîna me dişopîne. Me tu carî xwe bêhêvî nekir û em ê her xwedî bawerî bin. Heta edalet pêk tê jî em ê li mala xwe rûnenin. Em ê her tim ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî daxwaza edaletê bikin.”