Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê 2022-07-06 10:42:13   AGIRÎ - Li navçeya Giyadînê zaroka bi navê E.A. ya 12 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Hate îdiakirin ku li navçeya Giyadîna Agiriyê duh bi şev zaroka 12 salî ya bi navê E.A. bi çeka bavê xwe, întîhar kiriye. E.A. ya bi awayekî giran birîndar bû, ewilî rakirin Nexweşxaneya Giyadînê dû re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Tevî hemû mudaxileyan jî E.A.’yê di saetên sere sibê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê E.A’yê li goristana şaredariyê hate veşartin. Beriya du hefteyan dîsa li gundê Bozo yê navçeyê hatibû îdiakirin ku Fûlya Ç. ya 18 salî xwendekara pola dawî ya lîseyê bû xwe bi çekê întîhar kiriye.