Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin 2022-07-06 11:44:02   ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Adnan Olmez ku di pêvçûneke li herêma Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin.   Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Adnan Olmez di 23’ê mijdara 2021’an de di pevçûneke li herêma Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê. Dû re cenazeyê Olmez li goristana "bêkesan" a li Meletiyê hatibû veşartin. Malbata, Olmez jî ji bo testa DNA'yê çûbûn Meletiyê û mînaka xwînê dabûn. Piştî 8 mehan encama testa DNA’yê ya malbatê diyar bû. Piştî ku encaman ji hev girtin, malbatê cenazeyê lawê xwe ji Meletiyê girtin û anîn navçeya Cizîr a Şirnexê. Cenazeyê Olmez li goristana Taxa Yafes a Cizîrê hat definkirin.