Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn 2022-07-06 13:33:20   MANÎSA - Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 13 sal û mehek ceza li Hevserokên HDP’a Turgutlu ya Manîsayê Mesut Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş birî.    Danişîna 4’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Turgutluya Manîsayê Mesut Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê hat lidarxistin. Her du hevserok û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.    Parêzerên her du hevserokan parastina miwekîlên xwe kirin û destnîşan kirin ku delîlek ji bo cezabirînê nîne û xwestin miwekîlên wan bên beraetkirin.    Her du hevserok jî axivîn û xwestin bên beraetkirin. Heyeta dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Gumuştaş û 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza jî li Boku birî. Her wiha dadgehê derbarê Boku de biryara dewama girtina wî da.