Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye 2022-07-06 13:44:49   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Dozgerên her roj li ber dayikê re derbas dibin, wê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”   Çalakiya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 485’an de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û li pêş Edliyeyê dest bi nobeta xwe kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokatiya Rihayê ya AKP’ê û Walitiya Rihayê etiket kir û ev peyam parve kir: “Nav: Emîne Şenyaşar, Temen: 66 Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 4 sal in di dozê de biryara veşartî heye. Kurekî wê 4 sal in di hucreyê de ye. Dozgerên her roj li ber dayikê re derbas dibin, wê di cejnê de destên dayikên xwe maç bikin!”