Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket 2022-07-06 14:13:30   ENQERE - Ji Komîsyona Amadekar a Meclîsê, biryara “rakirina parêzbendiya” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket.    Civîna Komîsyona Amadekar a ji aliye Komîsyona Makeqanûnê û Edaletê ya Meclîsê ve hate avakirin a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz bi dawî bû. Civîna ku nêzî 2 saetan dewam kir, di bin serokatiya Alî Ozkaya yê AKP'yî de dewam kir. Di civînê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç, Parlamenterê CHP'ê Rafet Zeybek û Parlamenterên AKP'ê Emîne Zeybek û Orhan Kircali amade bûn.   ‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’   Parlamenterê HDP’ê Abdûllah Koç di parastina xwe ya nêzî saetekê berdewam kir de, diyar kir ku helwesta li dijî Aydenîz siyasî ye, divê ji aliye hiqûqî ve parêzbendiya wê neye rakirin û wiha got: “Dîmenên mûameleya nebaş ên li dijî parlamentera me li dosyayê zêde nekirine. Me dît ku li Tirkiyeyê careke din demokrasî li ber çavan negirtin, dema gotûbehs dibe destnedayîna parlamenterên HDP’ê demokrasî nîne û polis bi zirxê parêzbendiyê tên parastin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bînin ziman ku pêkanînên niha li dijî hiqûqê ne.”   CHP’Ê DENGÊ RED BIKARANÎ   Rafet Zeybek ê li ser navê CHP’ê mafê axaftinê girt jî diyar kir ku divê bi fezlekeyên tên amadekirin re parêzbendiya parlamenteran neyê rakirin û denge red bikaranî. Piştî hevdîtinên di komîsyonan de li dijî 3 parlamenterên AKP’ê du dengên redê hatin bikaranîn. Bi dengen parlamenterên AKP’ê, ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz raporek hate amadekirin.    Ji bo CHP û HDP’a dengên redê bikaranîn, şerha muxalefetê bidin heta 18’ê Tîrmehê dem hate dayîn.    WÊ ÇI BIBE?   Komîsyona Amadekar tevî şerhên muxalefetê rapora ku wê ji bo “rakirina parêzbendiyê” amade bike, dê pêşkeşî Komîsyona Têkel bike. Komîsyona Têkel wê roja hatiye diyarkirin li hev bicive û raporê nîqaş bike. Di dema hevdîtinên raporê de wê an ji Aydenîzê an jî parlamentereke ku wê diyar kiribe parastin bê wergirtin. Heke Komîsyona Têkel biryara “rakirina parêzbendiyê” bide, wê pêvajo dewrî Lijneya Giştî were kirin.