Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin 2022-07-06 16:19:50   COLEMÊRG - Piştî operasyona leşkerî ya 26'ê Hezîranê ya li qada Astenga Reş a Geverê 3 rojan dewam kir, hat dîtin ku li gelek noqteyên zozan û warên gunda fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin.   Di 26’ê Hezîranê de li herêma Astenga Reş a girêdayî gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyonên ku 3 roj bi pevçûn û ablûqeya dijwar berdewam kirin de ekîbên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê bê encam vekişiyan cihên xwe. Her wiha operasyon bi fîîlî dawî bibe û leşker paşve hatibin kişandin jî, zextên li ser gundiyan hê jî dewam dikin.   PÊKANÎNÊN LI GORÎ PAŞNAVÎ   Tevî ku operasyon di 28'ê Hezîranê de qediyaye jî, zext û zordariya li ser gundiyan hêj jî didome. Hate hînbûn ku dema ku gundî ji bo kirîna pêdiviyên xwe ji gund diçin navçeyê, li noqteya lêgerîna ya ser rêya navçeya Gever û bajaroka Bajêrgeh de, seyareyên gundî yan tên sekinandin û pirsa paşnavên Engudar û Turgut dikin, wesayîtên wan dikêşin aliyekê û bi lêgerînê ser û bin dikin. Ji bilî van pêkanînan hêj jî gefa binçav kirin û îşkenceyê li gundiyan tê kirin.   FOTOKAPAN Û TEQEMENÎ TÊN BI CÎH KIRIN   Di çarçoveya operasyonê de hat dîtin ku leşkeran li qadên Solîna, Beroj, Kaniya Ba, Astenga Reş fotokapan û teqemenî hatine bi cih kirin. Hat diyarkirin ku teqemeniyên ku hatine bicihkirin di navbera du keviran de û rêyên ku gundî ji bo çûyîna zozanan bi kar tînin de hatine bicihkirin.   JI BO KU ÎXBARÊ BIKIN GEF LI ŞIVANAN TÊ XWARIN   Dîsa di çarçoveya heman operasyonê de hate diyarkirin ku leşkeran di 3’ê Tîrmehê de, herêmên Xurekana Seyîda, Warê Zêrêlê, Meydanoka Xurekanê, Ser Şûra, Warê Basanê yên girêdayî navçeya Geverê, ji kesên şivantî dikin re gotine, “Eger hûn li vir kesekî bibînin, me agahdar bikin. heke hûn agahî nedin me û em bibînin, em dizanin em ê çi li we bikin." Hat diyarkirin ku leşkeran ji bo ku şivan îxbarê bikin hejmara telefonên xwe dane wan.