Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-07-06 16:40:08   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya ku li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê didome de, banga berdana girtiyên nexweş hate kirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, di roja 83’emîn de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Malbatên ku pêşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan”,  “Heq hiqûq edalet” berz kirin. Endamên Nunertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Egeyê jî tev li daxuyaniyê bûn.     ‘EM TENÊ NAHÊLIN’   Di çalakiyê de rêveberê DBP’ê Kerem Ay xwest ku binpêkirina mafan ên li girtîgehan tên meşandin bên bidawîkirin. Ay, bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan û demildest tedawiya wan bê kirin. Ay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tedawiya girtiyên nexweş bila li cem malbatên wan bên kirin. Heya ku ev daxwaz bên pêkanîn em dê bên li pêşiya girtîgehan. Em radigihînin ku em ê tu caran hevalên xwe yên di girtîgeha de tên ragirtin tenê nehêlin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.