Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket 2022-07-06 17:03:50   STENBOL - Dozgerê derbarê zava û 13 kesan de ji ber kefiya bireng û stranên kurdî doz vekir ev nirxand kir: “Çalakî li nava bajarê Stenbolê ku bajarê herî mezin ê welatê me ye pêk hatiye û bi hinceta ku gel dikare bibihîze û hîn bibe…”   Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di 14’ê Hezîranê de zava û 9 kesên di dawetê de yên şala kesk û sor û zer avêtibûn stuyê xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan ji ber daweta ku di 12’ê Hezîranê de li Hêwana Mehrbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatibû kirin ji bo îfadeyê gazî zava Mesût Karçik û 9 kesên çûbûn dawetê kiribûn. 10 kesên çûbûn Qerqola Polîsan a Kiraçê hatibûn binçavkirin.   10 KES HATIN GIRTIN   Polîsan ji ber şalên kesk û sor û zer û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya her 10 kesan girtibû û di 15’ê Hezîranê de ew sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê kiribûn. Dozgeriyê jî her 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribûn û dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê zava Mesût Karçik, Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçû de biryara girtinê dabû û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.   Her wiha 4 muzîkjenên ku di dawetê de kilam gotibûn jî hatibûn binçavkirin û bi şertê qedexekirina derveyî welêt hatibûn berdan.    ÎDÎANAMEN HATE AMADEKIRIN   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna derbarê 14 kesan de bi rê ve dibir temam kir û îdianame amade kir. Îdianame, li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate qebûlkirin. Danişîna doza ewil wê di 21’ê îlonê de bê dîtin.     MIJARA SÛCDARKIRINÊ   Di îdianameya ku stranên kurdî ên hatin gotin, berzkirina dirûşmeyan a bi kefiyên kesk û sor û zer weke delîlên sûc hatin qebûlkirin de cih armanca damêzrandina PKK’ê. Bal kişandin dozên berê derbarê Ûmût Kaplan, Mesût Karçik û Tahsîn Karçik de hatine vekirin û Aydin Kaplan, Orhan Topçû, Cahît Karçik, Savaş Karçik, Îbrahîm Baran, Îbrahîm Kaplan, Kasim Îdîz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” stranbêj Senar Ok, Orhan Îdîz, Celadet Doner û Hakan Îdîz jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin sûcdar kirin.    KEFÎ KIRIN ‘ALA PKK’Ê’    Di îdianameyê de hate îdiakirin ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan dirûşm hatine berzkirin û kefiya kesk, sor û zer jî weke ku ‘ala PKK’ê ye’ hate qebûlkirin.  Di îdianameyê de ji bilî dirûşmeya “PKK gel e gel li vir e” strana “Dil dixwaze here cengê” ya stranbêj Ok dixwîne jî weke sûc girtin dest.    DOZGER JI DAWETÊ ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’ DERXIST    Dozgeriyê di îdianmeyê de ev nirxand kir: “Çalakî li nava bajarê Stenbolê ku bajarê herî mezin ê welatê me ye pêk hatiye û bi hinceta ku gel dikare bibihîze û hîn bibe, nîşan dide ku gumanbar bi rengekî vekirî propagandaya rêxistinê dikin û divê çalakiya wan di çarçoveya endamtiya rêxistinê de bê nirxandin.”