Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin 2022-07-07 12:28:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên tenduristiyê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo doktor Ekrem Karakaya yê li Konyayê hat qetilkirin, ji bo du rojan dest ji kar berdan û bang li Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca kirin ku îstîfa bike.    Pisporê Kardiyolojiyê doktor Ekrem Karakay duh li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê bi demançê hatibû kuştin. Rêxistinên tenduristiyê li ser vê bûyerê biryar girtin ku 2 rojan dest ji kar berdin. Bi vê biryarê re îro li tevahiya Tirkiyeyê xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û dê çalakiya wan sibê jî berdewam bike.    ANTALYA   Li Antalyayê kedkarên tenduristiyê yên ku dest ji kar berdan li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê hetin cem hev. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz diyar kir ku ew hatine asta ku “gotin bê qîmet e” û wiha got: “Êdî sebra me nema. Em nikarin bêhn bistînin û heliyan. Em di nav şert û mercên ewle de naxebitin û di her kêliyê de di bin gefa êrişê de bi xemekî mezin de dijîn. Tundiya li dijî kedkarên tenduristyê her roj her kêliyê zêdetir dibe. Em bi pandemiya tundiyê re rû bi rû ne.”     Di çalakiya de gelek caran dirûşma “Wezîr îstîfa” hatin berz kirin   STENBOL    Li gelek nexweşxaneyên li Stenbolê jî bi hezaran kedkar ango xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Stenbolê xebatkarên dest ji kar berdan dirûşm berz kirin. Doktor Merve Yildirim di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tundiya li qada tenduristiyê ne “munferît e” û êdî şermezarkirina tundiyê bi kêrî tiştekî nayê û nêzîkatiya berpirsiyaran dîsa carek din bi cînayetê bi encam bû. Yildirim anî ziman ku ji van bûyer û tundiyê îktidar berpirsiyar e û ew dikare qadên ewle çêbike. Yildirim destnîşan kir ku di serî de wezîrê tenduristiyê hemû rayedarên ku berpirsiyariya xwe bicih nayînin divê tavilê îstîfa bikin.    Xebatkarên tenduristiyê pişt re çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re jî heta Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê meş li dar xistin.      ‘WEZÎR ÎSTÎFA’    Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyên wek Nexweşxaneya Bajêr a Okmeydani, Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê, Nexweşxaneya Bajêr a Başaşehîrê û gelek nexweşxaneyên din dest ji kar berdan û kuştina doktor Ekrem Karakaya şermezar kirin. Xebatkarên tenduristiyê berzkirina dirûşma “Wezîr îstîfa” xwestin ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca îstîfa bike.