Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike 2022-07-07 13:29:21   RIHA - Ferît Şenyaşar ku ji ber pirsgirêkên tenduristî yên dayika xwe Emîne Şenşayar Nobeda Edaletê tenê bi rê ve dibe û ji kesên ku diçin edliyeyê û tên re qala tekoşîna xwe dike.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku di 9'ê Adara 2021'ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 486'emîn de berdewam dike. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne. Lawê wê Ferît Şenyaşar jî hat li "Kuncê Edaletê ya Malbata Şenyaşar" û dest bi nobeda îro kir. Şenyaşar derbarê tekoşîna xwe agahiyan dide û  ji kesên ku diçin edliyeyê û tên re qala tekoşîna xwe dike.