Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e 2022-07-07 13:30:02 AMED -  Keça girtiya nexweş Herdem Merwanî di çalakiya Nobeta Edaletê de bal kişand ser Cejna Qurbanê û wiha got: “Siyasetmedar li seyran û cejnan em jî li kolanan e.”  Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan li Amedê dabûn destpêkirin, di roja 234’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de îro li ber avahiya Edliyeya Amedê hatin ba hev. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED-TÛHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komelaya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya 78’ an, Serokê Baroya Amedê Nahîd Eren, Serokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsel, parêzerên Baroya Amedê û gelek kesan jî piştgirî dan malbatan.   Di çalakiyê de ji ewil keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî diyar kir ku gelek raporên ku ji aliyê saziya mafên mirovan ve hatine amade kirin bi partiyên siyasî re parve kirine û wiha got: “Me daxwaza çareseriyê kir. Weke malbatan girtiyan em dibêjin ku pirsgirêka herî mezin a civakê rewşa girtiyên nexweş e. Me ev mijar gelek caran anî ziman lê tu caran çareseriyek bo nehat dîtin. Meclis kete betlaneyê lê em hêj li kolanan in. Helwesta Meclisê ne wijdanî û ne jî civakî ye. Sibe erefeya Cejna Qurban e. Weke malbatan, tu wateya cejnê bo me nema ye. Siyasetmedar li seyran û cejnan û em jî li kolanan e. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hiştin. Malbatên girtiyan jî bi li kolanan bi polîsan re rû bi rû hiştin û çûn betlaneyê.”    ‘EM JI DAXWAZKIRINA EDALETÊ NAWESTIN’    Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku di gotinê de her kes dibêje cihê dayikan cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin vî qedrî nabînin. Dilê dayikan şewitî ye. Em dixwazin êdî bi lez û bez edalet pêk bê. Erê rast e dilê me dişewite lê em ji daxwazkirina edaletê jî nawestin. Em ê her tim li kolanan bin. Banga me bo rayedaran ew e ku dengê me bibihîzin.” Ada, bi domdarî cejna girtiyan û hemû kesên li ber xwe didin pîroz kir.    CEZAYÊ AZÎZ TUFAN 3 MEH HAT TALOQKIRIN   Piştre jî dayika girtiyê nexweş Azîz Tufan ku li Girtîgeha bi Ewlehayiya Bilind a Hejmara 1 Amedê dimîne, Aysel Tufan axivî. Tufan, da zanîn ku diviyabû kurê wê di roja cejnê ji girtîgehê bihata berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê ev bû sê roj ku cezayê wî ji bo sê mehan hate taloqkirin. Kurê min nexweş e. Ne tenê ew lê bi sedan girtiyên nexweş hene. Ya ku hûn dikin bêedaletî ye, zilm e, zordestî ye. Ji me re ne cejn û ne jî pîrozbahiyek hiştine. Em naxwazin êdî li kolanan bin. Em dixwazin bi zarokên xwe re rûnin ser sifreya xwe û cejna xwe bi wan re pîroz bikin.”