Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne 2022-07-07 13:57:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Hempîşeyên parêzer Servet Bakirtaş, qetilkirina hempîşeyên xwe protesto kirin û ev peyam dan: “Parastin dê bêdeng nemîne.”  Kesê bi navê Abdullah Turkoglû li navçeya Bakirkoy a Stenbolê hem hevjîna xwe ya doza hevberdanê vekiribû û hem jî parêzerê wê Servet Bakirtaş qetil kir. Hempîşeyên Bakirtaş, bi meş û daxuyaniyê qetilkirina hempîşeyê xwe protesto kirin. Parêzerên ku li pêşiya Baroya Mêrdînê kom bûyîn, bi pankarta “Êdî bes e. Destê xwe nêzî parêzer neke. Êrişa li dijî parêzer, êrişa li dijî mafê parastinê yê gel e.” meşek li dar xistin. Parêzerên ku cubeyên xwe li xwe kiribûn, dirûşmên “Parastin bêdeng nema û dê bêdeng nemîne” û “Parastin pîroz e, nayê bêdengkirin” berz kirin.    Piştî meşê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Mêrdînê Îsma3ıl Elîk got ku parêzer weke hedef tên nîşandan û wiha got: “Parastin biçûk tê xistin û êdî sebrê me nema ye. Bi êrişa li dijî parêzeran re êrişkar di heman demê de êrişî mafê xwe yê parastinê jî dikin. Cihê ku parastin tê bêdengkirin, gel jî dê bêdeng bimîne.”   Elîk, piştre jî metna hevpar a ji hêla Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ve hatiye amadekirin xwend û da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên ser parêzeran bidomînin.    WAN   Parêzerên endamên Baroya Wanê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî anî ziman ku êdî ji nivîsandina danezanan û ji şîn girtinê bêzar bûne û wiha domand: “Cezayên muebbeta giran a li bersûcan tê birîn êdî êşa me sivik nake. Bi mirina her parêzerekî re em li bendê dimînin ku ‘bo civakê bibe ders.’ Lê dema em li benda vegotina hinek tiştan a bi van hovan disekinin, mirin zêdetir dibin û bi her carê jî parçeyekê ji me digirin.”    EDENE    Baroya Edeneyê jî têkildarî qetilkirina parêzer Servet Bakirtaş li pêşiya Edliyeya Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Cîgira Serokê Baroya Amedê Miyesser Onenlî bertek nîşanî qetilkirina Bakirtaş da û got ku êdî sebrê wan nema ye. Onenlî, Bakirtaş weke şehîd pênase kir û got ku dê heta dawiyê bimîne.