Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe 2022-07-07 15:01:15 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehê çareser nabe. Ev dosya, doza veşartina rastiyan e.”    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 8’an de berdewam dike. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter, rêveberên rêxistinên Enqere û navçeyên wê, malbatên siyasetmedarên girtî û gelek parêzer amade bûn.    Her wiha endamê Lijneya Avakeran a Partiya Devayê Tunahan Elmas, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Deva’yê Mehmet Emîn Ekmen, Cîgirê Serokê Karên Hilbijartinê yê Partiya Deva’yê Yûsûf Şahîn, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Zeynel Emre û Serokatiya CHP’a Enqereyê jî di danişînê de amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin.   ‘HDP FIKREKE AZADIYÊ YE’    Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors têkildarî lêkolana girtinê mafê axaftinê girt û wiha got: “Hewl didin HDP û MYK’a wê li vir bidarizînin. Dozeke siyasî ye. Hewl didin pirrengiya HDP’ê li vir krîmînalîze bikin. Li gorî min HDP fikrek e. Fikrekî azadiyê ye.”    ‘GELO HÛN DOPÎNGÊ DIGIRIN?’   Piştre jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel axivî û kesên li eywanê silav kir. Tuncel, piştre jî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê pîroz kir û got ku dê di demên pêş de di hilbijartina ewil de desthilatdarî têk biçe. Tuncel, bal kişand ser periyodên danişînan û wiha domand: “Em insan in û her çiqas li girtîgehan de jî be, em dijîn. Nizanim bê ka hûn dopîngê digirin an na lê gelek rewşên me yên awarte tune ne. Hûn 2 hefteyan periyodan dikin û ev jî besî we nake ku danişîn heta nîvşevê berdewam dikin. Dema em diwestin û ji danişînê derdikevin jî hûn dibêjin ku me ji mafên xwe feraxat kiriye. Rewşa me jinan hinek cudatir e. Periyoda jinan û ya danişînan hev nagirin.     LI VIR CMK’AYEKE NÛ HATIYE ÇÊKIRIN   Ev rewş, binpêkirina mafên mirovan û îşkence ye. Hûn, me bi awayekî neheq didarizînin. Hûn berpirsyartiya bûyerên  6-7’ê Cotmehê bi tevahî têxin stûyê me. Lê belê li vê derê darizandineke bitendurist nayê kirin. Şert û mercên heyî, şerta xwe li ber girtinê ji holê radike. Hêj pirs neqediyayîn hûn gilîker û şahidan guhdar dikin. Vê yekê CMK’a we dibêje. Lê hûn li vê derê CMK’ayeke nû ava dikin. Ew jî bes nake ku hûn îcar jî parastinê bisînor dikin. Parastinê jî hûn bikin û bila ev kar biqede. Ev, xwepêşandaneke. Em di sîrkekê de ne. Hûn ewqas eceleyê dikin ku di dawiya hefteyê de we li şahidê nepen guhdar kir. Û we piştre jî got; ‘Hûn pirsên xwe amade bikin û em jî dê bişînin.’ Çima, gelo ma hûn posta ne?    WERIN EM HESABÊ JI AKP’Ê BIPIRSIN   Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehê çareser nabe. Bihêlin ku em û AKP hesabê ji hev bipirsin. Binêrin, vaye hilbijartin tê. Ev dosya, dosyaya nixûmandina rastiyê ye. Ev rewş, ev provakasyon kê derxist? Kê pêvajoya çareseriyê qedand? Hûn jî baş pê dizanin ku ev mijar bi parvekirina twîteka HDP’ê dest pê nekir. Tu mexdûreke rasteqîn ji me gilîdar nebû. Yên ku giliyê me kirine jî peywirdarên emniyetê ne. Xweziya tevahiya welêt ev doz bişopanda û ew derhiqûqiyên li vê derê bidîtina. We li vê derê peywira TEM’ê li xwe girtiye. We teşhîs kir. Heta ku pirsgirêka hemwelatiyê ya kurdan çareser nebe, demokrasî jî çênabe. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re tê qutkirin. Mafên wî yên herî bingehîn jî dibin mijara bazariyê.” Tuncel, piştre jî beşeke derheqê amadekariyên Makeqanûnê û çareseriyê ya di Nîşeyên Hevdîtina Îmraliyê  de xwend.    ‘AKP’Ê BI XWE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ QEDAND’   Di berdewamê de jî Tuncel wiha got: “Heke li gorî Makeqanûnê ku wê demê qala wê dihat kirin bikirana, dê îro di vê rewşê de nebûya. Gelo dewletê yan kurdan îradeya çareseriyê nexwest? Tu hêzeke emperyalîst yekitiya gelan naxwaz e. Her tim qadên ku bikarin bi rêve bibin û kengî bixwazin bikarin destwerdanê lê bikin  dixwazin. Astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê ne HDP an jî kurd lê, AKP bi xwe ye. AKP’ê bixwe pêvajoya çareseriyê têk bir. Daxwaza jiyaneke wekhev û azad a kurdan tune dihesibîne. Di bingeha vê de jî dijminatiya li kurdan heye. Li Rojava û Rojhilata Navîn kurdan hedef digire. Ya ku rê li ber tundiyê vedike, polîtîkaya we ya înkar û tunekirinê ye.    DIXWAZIN VEGERÎNIN TARÎTIYA SERDEMA NAVÎN    Di Newroza Amedê de cil û bergên zarokeke 5 salî derxistin û şopa wê ya tiliyê girtin. Navê vê sepanê, nîjadperestî ye. Ji tifaqa Millet re jî dibêjin; ‘Li kêleka HDP’ê xuya nekin. Heke hûn bisekinin dê bibin terorîst.’ Li kîjan devera cîhanê ewqas dozên heqareta li serokkomar hene. Dixwazin me vegerînin tarîtiya serdema navîn. Tevî rewşa xwe ya girtî jî em bang li gelan dikin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.   Di tarîtiya serdema navîn de 7 hezar jin hatin şewitandin. Nivîskar Marîa Mîes têkildarî nêçîriya pîrhebokan pirtûk nivîsandiye. Yek ji sedema hedefgirtina jinan jî sedemên aborî ne. Kurd jî mîna jinên wê demê li ber xwe didin. Bendewariyeke min ji we nîne. Lê daxwaza min ew e ku êdî dadgeha we dawiyê li vê îşkenceya ser Aysel Tugluk bîne.”    ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ YÊN ŞAHIDÊN NEPEN    Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alî Urkut jî diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen hev nagirin û ji rastiyê dûr in. Urkut, destnîşan kir ku şahidên nepen bêyî ku tiştekî şênber bibêjin diaxivin û wiha got: “Divê îfadeyên şahidên nepen neyên qebûlkirin. Gotinên weke ‘vî wiha got, yên din wiha got, filan kes ji filan kesî hez dike yan jî hez nake’ û hwd. Îfade bi vî rengî ne. Ev der ne cihê fesadiyê lê dadgeha eywanê ye. Divê dadgeh dev ji van periyodên danişînan berde. Ev dosya, dosyayeke vala û dozeke siyasî ye. Ji bo krîmînalîzekirin û girtina partiyeke muxalîf hatiye vekirin. Ez beraeta xwe dixwazim.”    ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN NEPEN DERAQILÎ NE   Endama MYK’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî têkildarî îfadeyên şahidên nepen axivî. Yagci, got ku îfadeyên şahidên nepen derîaqil in û yek ji wan jî tiştekî şênber negotine.    Şandeya dadgehê piştre saetek navber da danişînê.