Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin 2022-07-07 16:25:39 ENQERE - Parlamenterê HDP’î Tayîp Temel ji bo lêkolînkirina êrişa çekdarî ya leşker û cerdevanan a li dijî mînîbûsa penaberan a li Wanê pêşniyaznameyeke lêpirsînê da Meclisê û xwest ku komîsyona lêkolînê ya Meclisê were avakirin.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel bi minasebeta êrişa çekdarî ya leşker û cerdevanan a di 3’yê tîrmehê de li Seray a Wanê li dijî mînîbûsa penaberan hatiye kirin, pêşniyaznameya lêpirsînê da Meclisê.    Di hinceta pêşnûmeyê de hat gotin ku ji ber polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê, bi milyonan kes bûne penaber û ev tişt hatin gotin: “Li dijî penaberên ku sînoran derbas dikin û tên Tirkiyeyê, gotinên nîjadperest û nefretê tên bikaranîn. Ji ber vê sedemê jî penaber dibin hedefa tundiyê. Penaberên ku ji cih û warên xwe hatine kirin, bi taybet jî li ser sînorê Tirkiye-Îranê ji sermayan diqerisin, wesayîtên ku heta devî tê de hatine bicihkirin qeza dikin û jiyana xwe ji dest didin. Lê belê îro êdî di wesayîtên lê siwarî de bi awayekî bêperwa tên gulebarankirin û qetilkirin û birîndarkirin.    ŞANDEYÊ NEKARÎ BI FERMANDARIYA CENDIRMEYAN RE HEVDÎTINÊ BIKE    Wesayîta ku penaber tê de bûn, li Seray a Wanê ji hêla leşker û cerdevanan ve hate gulebarankirin. Zarokekî 4 salî yê di wesayîtê de hate qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Bi mebesta rapirsîn, lêkolîn, çavdêrî û tespîtan; şandeyeke ji Şaxa OHD’a Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a KESK’ê ya Wanê û  Goç-Der a Serhedê hate avakirin. Şandeyê têkildarî bûyerê li şêniyên gund guhdarî kirin. Lê belê şandeyê nekarî bi penaberên birîndar ku li nexweşxaneyê tên dermankirin hevdîtinê bike. Her wiha şandeyê xwest ku bi Fermandariya Qereqola Cendirmeyan re hevdîtinê bike lê ev daxwaz nehate qebûlkirin.”   TESPÎTÊN ŞANDEYÊ    Di pêşnûmeyê de tespîtên şandeyê jî wiha hatin rêzkirin:    “* Ji axaftinên şahidan, ji wêne û dîmenên di dema bûyerê de hatin kişandin aşkera bû ku di bûyera heyî de berpirsyartî û kêmasiya kesên sûcê qaçaxçitiya penaberan dikin û hêzên ewlekariyê yên kontrola rê û li pêşiya dibistanê heye.    *Berevajî daxuyaniya Walîtiya Wanê ku digot di encama fîşekên ji erdê vepeşiyayîn kuştin û birîndarî çêbûne, gule raste rast li wesayîtê hatine xistin û sedema kuştin û birîndariyan jî ev e. Li gel nalîna penaberan jî, gulebarana li ser wesayîtê hêj berdewam kiriye û bûye sedema mirin û birîndariyan.    *Hêzên ewlekariyê nehiştin ku em derheqê aqûbeta penaberan de agahiyan berhev bikin. Lewma nehiştin em bi penaberên li nexweşxaneyê re hevdîtinan bikin. Me xwest bi Fermandariya Cendirmeyan re ku li gund e û destwerdana rewşê kiribû hevdîtinê bikin lê ev daxwaza me hate redkirin. Gumanbarên bûyerê hêzên ewlekariyê ne û dema em van agahiyan didin ber hev, fikarên me çêbûne ku derheqê bûyerê de lêpirsîneke bitendurist nehatiye kirin.    *Di bûyera behsê xeberê de gule li tekerên wesayîtê nehatine reşandin û li deverên ser tekeran û li binê camên wesayîtê kunên fîşekan hene. Heta ziyan gihiştiye depoya sotemeniyê jî û sotemenî rijiyaye erdê.    *Wesayîta behsa xeberê nehatiye şopandin û guleyên hişyariyê jî nehatine avêtin. Her wiha wesayît ketiye kolana girtî û îxtîmala reva wê tune bû. Şandeya me tespît kir ku heke wesayîtê benda kontrolê derbas bikira jî dikariya bihata sekinandin.    *Rêjeya xwîna di dîmenan de xuya dike û gotinên şahidan hev digirin.”    ‘BILA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ BÊ AVAKIRIN’    Di hincetê de hat destnîşankirin ku li gorî raporê hêzên ewlekariyê zarokek qetil kiriye û 12 kes jî birîndar kirine. Temel, herî dawî jî xwest ku ji bo lêpirsîneke bibandor a derheqê hêzên ewlekariyê de, bidawîkirina polîtîkaya necezakirinê û pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî ku hêzên ewlekariyê dibin sedem, li meclisê komîsyoneke lêkolînê were avakirin.